Navenda Nûçeyan
Greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2020’an de dane destpêkirin, di roja 60’an de ye.
Seroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û Hevserokê TUHAY-DER a Marmarayê Husnu Taş derbarê berxwedana li zindana ev du meh e didome, axivîn û diyar kirin ku bêyî têkoşîna civakî tecrîd ji holê ranabe.
Du tiştên bingehîn
Gulseren Yolerî diyar kir ku du tiştên bingehîn hene ku divê bên zanîn û wiha got: “Ya destpêkê, tecrîd îşkence ye; îşkenceya ji bo parçekirina kesayetiya girtî ye, jiholêrakirina civakîbûnê ye, hewldana ji bo tunekirina piştevaniyê ye. Ya duyemîn; bi rengekî giran li Îmraliyê û tevahiya girtîgehan bi rêk û pêk tê bicihanîn.”
Yolerî da zanîn ku li Îmraliyê sîstemeke taybet a bi armancên siyasî li dijî şexs hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Pêwendiya tecrîda li Îmraliyê bi nêzîkatiya desthilatdariyê ya li aştiyê heye. Pêkanînên ku gefê li tevahiya girtiyan dixwe hene lê belê gelek guhertin jî hene ku pîvana wekheviyê binpê dike. Greva birçîbûnê ya bi dorvegerî tê lidarxistin, hişyariyek li dijî van pirsgirêkan e.”
‘Têkoşîna civakî dê diyarker be’
Di axaftina xwe de Yolerî destnîşan kir ku mîna her kesên ji nêz ve dişopînin, encamên giran ên grevên birçîbûnê wan jî dixe nava fikaran û wiha pêde çû: “Pêwîst e greva birçîbûnê weke çalakiyeke karibe tecrîdê ji holê rake neyê dîtin. Ji ber ku tecrîd bi rêk û pêk û bi armancên siyasî tê ferzkirin. Ev armancên siyasî jî tenê bi têkoşîna civakî dikarin bên guhertin. Wezîfeya li pêşiya hêzên demokrasiyê û civakê ew e ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan, têkoşîneke demdirêj û bi plan bimeşînin. Ev têkoşîn ne bi tena serê xwe, bi karên ji bo aştiyê û destûra bingehîn a demokratîk dikare watedar bibe.”
‘Hikûmet di şer de israr dike’
Hevserokê Marmara TUHAY-DER’ê Husnu Taş jî bi bîr xist ku berxwedan li 108 girtîgehan belav bûye û wiha got: “Em dibînin ku hikûmet ji bo bersivê bide daxwazên girtiyan gaveke bi tenê jî neavêtiye. Tecrîd dewam dike. Serlêdana parêzeran a ji bo çûyîna Îmraliyê nayê qebûlkirin. Hikûmet di tecrîdê de israr dike. Ev yek israra şer e.”
Taş destnîşan kir ku tecrîd êdî bûye sîstema îşkenceyê û wiha dewam kir: “Tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan li ser tevahiya Tirkiyeyê dewam dike, binpêkirina mafên mirovan dewam dike. Israra di tecrîdê de tiştekî bê fêhmkirin nîne. Salvegera anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê nêz dibe û heman komplo dewam dike.”
Rewşa girtiyên nexweş
Di axaftina xwe de Taş bal kişand ser êrîşên li dijî girtiyên di berxwedanê de ne û ragihand ku li girtîgehên Sîlîvrî û Kandirayê bêmaske, bêlepik û bi rengekî tehrîkkirinê serdegirtin tên kirin, alavên girtiyan tên desteserkirin. Taş diyar kir ku zext û êrîşên li dijî girtiyên nexweş zêde bûne û wiha got: “Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Yên dibin jî tenê heba êşê didin û vedigerînin.”
Bang li malbat û raya giştî
Her wiha Taş wiha bang li malbatên girtiyan û raya giştî kir: “Malbat bi fikar in. Divê helwest û nerazîbûneke xurtir nîşan bidin. Naxwe wê grevên birçîbûnê bigihêje asteke cuda. Ji bo grevên birçîbûnê mîna berê bi mirinê bi encam nebe, divê guh bidin girtîgehan. Ji bo grevên birçîbûnê veneguhere bêdem û bêdorveger divê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tavilê bikevin nava hewldanan. Pêwîst e daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Eger neyên qebûlkirin û mirov jiyana xwe ji dest bidin, berpirsyarê vê yekê wê dewlet û hikûmet be.”