Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bêzimaniya me û kurdiya TRT 6’ê

Ez tu car ji TRT 6’ê (alti) re nabêjim TRT şeş. Şeşiya TRT’ê, şaşiya me kurdan nîn e. Ev şaşî û xeletî çend roj berê bi hevpeyvîneke jineke sêrtî hate rojevê. Jineke kurd ji sedî 99 bi peyvên tirkî, qaşo bi kurdî diaxivî. Li ser vê yekê nîqaşeke berfireh destpê kir. Hin kesan bi vê kurdiyê henekên xwe kirin û hin derdoran jî piştgirî dan jinikê.

Du aliyê girîng a vê meseleyê heye. Di mînaka dawî de derket holê ku wekî gotina hevalekî bi rûmet kurd hatine bêzimankirin. Lal bûne, zimanê wan hatiye xesandin. Nikarin xwe bi kurdî bînin ziman. Ev mesele tenê meseleya jinika ku di TRT 6’ê de diaxivî nîne. Tu kurdek neteweperest nikare bi vê meseleyê bikene, henekê xwe bike. Ev mijara henekê nîne, ji bo me mijara şermê ye. Ger ku ava rûyê me neqetiyabe, ger ku şerm û ar bi me re mabe divê li hemberî vê rastiyê serê xwe bixin ber xwe û li ser vê yekê hûr bibin. Divê ku em vê rûreşiyê qebûl nekin û li zimanê xwe xwedî derkevin. Dubare pirsgirêk tiştekî kesane nîne, civakî ye, ya jinikê nîne ya hemûyan e. Civaka kurd ji sedî 70 wekî wê jinikê di warê zimên de lal bûye. Bêzimanî di heman demê de bêferasetî ye, bêhişiye. Ji ber ku me lal kirine feraseta me ya neteweyî, yekitiya me ya qewmî bi pêş nakeve. Em çi dikin bikin divê ku em li zimanê xwe xwedî derkevin.

Lê meseleya esasî helwesta TRT 6’ê ye. Ev kanal ne ji bo pêşxistina zimanê kurdî ji bo bişaftina kurdî hatiye avakirin. Ev kanal diyariya îktîdarê bo kurdên alîgir e. Di TRT 6’ê de bi kurdî propagandaya AKP’ê, her wiha propagandaya asîmîlasyonê tê kirin. Ev kanal berdewama radyoyên kurdî ku di salên 90’an de ji aliyê cerdevanan ve hatibû avakirin e. Bi vê kanalê kurdîzanên AKP’yî hatin dewlemendkirin. Tu pîvana vê kanalê ya kurdî û ziman tune ye. Dibêjin di vê qanalê de pesnê îktîdarê bidin, polîtîkayên AKP’ê binepixînin çawa dibe bila bibe. Derbarê êrîşên li ser zimanê kurdî hûn tu rexneyek di vê kanalê de nabînin.

Di adara 2018’an de jî TRT 6 weşana kongreya ciwanên AKP’ê dikir û dîsa ciwanekî ku kurdî tirkî tevlihev dikir, bi zimanekî eletewş diaxivî derxistibûn ser ekranê. TRT 6 tu car nabêje ez ê kesên ku bi kurdî dikarin xwe îfade bikin, kesekî derbarê mijarê de nêrîna wî hebe, rastiyê bibêjin derxim ser ekranê. Mesela we qet dîtiye ku di TRT îngilîziyê kesên wiha eletewş diaxivin derxistine ser ekranê? Helwesta wan a li hemberî kurdî xirabkirina zimên e. Pîvana wan tenê propagandaya AKP’ê ye. Dibêjin pesnê AKP’ê bidin hûn çawa dibin ne xem e. Li ser vî esasî jî zimanê kurdî bi zanetî deforme dikin. Jixwe ruhê axaftinên di wê kanalê de ne kurdî ye, naverok tirkmancî ye, her wiha forma zimên jî xirab dikin. Kurdiya ku AKP ava dike, berovajî, bêrûh, bênaverok, wekî cermekî vala ye. Di vê warê de wî ev şerma xirabkirina zimên şerma TRT 6’ê û rayedarên wan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar