Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Bi 40 leşkeran bi ser mala dayika 75 salî de girtin

Polîsan di 14’ê Tîrmehê de li Amed 23 jinên ku nûner û hevserok bûn binçav kirin. Yek ji wan jinan Hayriye Demîr a 75 salî bû. Nêzî 40 leşkerên bi çek li gundê Fîsê yê Licêya Amedê bi ser mala Demîr de girtin û binçavkirin. Piştî îfadeyê Demîr bi îdeaya ‘li ser navê rêxistinê xebat kiriye’ sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Amedê kirin. Dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat serbest berda.

Demîr piştî hat berdan serpêhatiya xwe vegot. Demîr diyar kir ku nêzî 40 leşkerên bi çek, li dora saet 09.00’an bi ser mala wan de girtiye û wiha got: “Hemû jî bi çekan ketin hundirê malê. Mal tevlihev kirin. Wêneyên du zarokên min ên di nava PKK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn birin. Leşkeran ji zarokên min re gotin ‘heta Licê em ê bibin û pişt re berdin.’ Min got ‘Ji bo çi hûn min dibin?’ Gotin ‘tiştek tune ye.’  Nehiştin zarok bi min re werin. Ez birim Licê. Bêyî dermanê xwe bixwim û taseke avê vexwim ez birim. Nexweşa dil im. Min got ‘Qey hûn gawir in hûn taseke avê jî nadin mirov’. Leşkerên li wêneyên zarokên min mêze dikir, digotin ‘ev terorîst in’. 2 saetan lêgerîn kirin û ez di hundir de hiştim. Du leşker hatin gotin ‘em te dibin cihekî din.’ Ez li sê cihan gerandim û piştre ez anîm Muduriyeta Polîsan a Rezanê. Li wir birim nezaretê. Li vir gelek kes hebûn.”

‘Dermanê min nedan min’

Di axaftina xwe de Demîr anî ziman ku polîs û leşkeran di bin çavan de zext lê kirine û wiha lê zêde kir: “Min got ‘Sûcê min çiye?’ Ji min re gotin ‘te terorîst xwedî kirine’ Rêya min û ya zarokên min rêya rast e. Li Amedê û Licê ez pir aciz kirim. Pêyê min seqet in û nikarim bimeşim. Bi gopal digeriyam. Zarokên min dermanê min anîn Midûriyeta Polîsan, lê dîsa derman nedan min. Heke ez bernedabûma, ez ê bimira ma. Tişta anîn serê min li dijî mirovahiyê ye. Ev çi edalet e? Çi mirovahî ye? Çi dewlet e? Ne mirov in.”

‘Tu çûyî Komeleya Jinan a Rosayê?’

Her wiha Demîr bal kişand nêzîkatiya dozger jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dozger di îfadeyê de pirsên ‘Te çima telefonî ewropa kirî ye? Tu çûyî Komeleya Jinan a Rosayê? Te çima dujîn ji malbatên li pêş HDP’ê re daye? ji min pirsîn.  Em kurd in û em ê li dû kurdîtiya xwe jî biçin. Min zarokên xwe bi feqîrî xwedî kirin, hemûya jî xwend. Zarokên min heqaret qebûl nekirin û tev li PKK’ê bûn. Li dijî zor û heqaretê çûn. Ez 75 salî me. Hemû sûcdariyên li min dikin derew in. Ev heqaret nayê qebûlkirin. Ez ê vê zilm û heqaretê li her derê jî bêjim. Dewlet, mirovahî, heq û hiqûq tune ye.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar