Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi afîşan hevkariya Almanyayê ya sûcên li Efrînê nîşan didin

Bi armanca balê bikişînin ser sûcên şirketên çekan ên alman a dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê, li stasyona trenê ya li Berlînê afîşa ‘Afrîn-Made in Germany’ hat daliqandin

Li Almanyayê organîzasyonên li dijî şer û aligirên aştiyê kampanyayeke bi navê ‘Çalakiya qîr bikin-Bazirganiya çekan bidin sekinandin’ dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo balê bikişînin ser hevkariya şirketên çekan a alman a li gel Tirkiye û Erebistana Siûdî, afîşên ku dagirkeriya li Efrîn û dîsa bajarên Adden û Saada yên li Yemenê hildan.

Afîşên yek li ser li bajarê Efrîn ê rojavayê Kurdistanê artêşa tirk û çeteyên wê wesayîtek dişewitîne, li Adenê jî malek û li Saadê jî zarokekî mexdûrê şer li xwe girtî li paytext Berlînê li rawestgeha metro ya bi navê ‘Französische Straße’ ya ku avahiyên hikûmetê lê ye hatin daliqandin.

Afîşên ku wê heta 17’ê Hezîranê daliqandî bin, bi afîşan bandoriya bazirganiya çekan a Almanyayê bê ka encamên çawa li cîhanê bi xwe re tîne vedibêje. Kampanyaya ku bi taybet daxwazê dike ku di serî de li Tirkiye û Erebistana Siûdî û welatên din ên şer dikin, Hikûmeta Federal ambargoyeke ku firotina çekan qedexe dike, bixe meryetê û bi taybet balê dikişîne ser dagirkeriya li Efrînê.

Çima dagirkeriya li Efrînê hate hilbijartin?

Ji rêveberên kampanyayê Jurgen Grasslîn diyar kir ku bazirganiya çekan a alman li herêmên şer zext, şîdet û dagirkeriyê bi xwe re tîne û wiha got: “Di dema dagirkeriya tirk a li Efrînê de hiqûqên navneteweyî hatin binpêkirin û wêneyên tankên leopar vê rewşê bi vekirî radixe ber çavan.”

Her wiha rêveberê kampanyayê sedema ji bo çi di afîşan de Efrînê hilbijartine bi van xalan parve kir:

  • Tirkiye di operasyonên dagirkirina Efrînê de tankên bi tîpa Leopard2A4 a şirketa Kraûss-Maffeî Wegmann dihilberîne bikar anî. Firotina van tankan a ji sala 2005’an û vir ve bê ku sînorek bê danîn ji Tirkiyeyê re tê firotin. Di rewşa heyî de artêşa Tirkiyeyê ji artêşa alman zêdetir xwedî tank in.
  • Gelek caran di dîmenan de derketin holê tankên ku artêşa tirk li bakurê Sûriyeyê bi cih kirin ji aliyê wesayîtên barhilgir ên leşkerî ve hatine sewqkirin. Ev wesayîtên leşkerî yên sewqkirinê jî, wesayîtên ji aliyê Mercedes ve tên hilberîn.
  • Di dema dagirkeriya Efrînê de leşkerên tirk HK 33 bikar anîn. Ev çek versyonek ji G3 ye, ji aliyê fîrmanya  “Heckler & Koch” bi dayîna lîsansên Tirkiyeyê dihilberîne.
  • Dîsa amûrên guleya topan diavêje û motorên tankan ên artêşa tirk li Sûriyeyê bi cih kirî, ji aliyê fîrmaya MTU ya alman ve tê hilberandin. BERLÎN 
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar