Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cuma - 4 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi agirê Newrozê em ê dilê dagirkeran bişewitînin’

Newroza herî bi wate li çiyayên Kurdistanê tê pîroz kirin, agirê Kewayê Hesinkar li çiyayan bilind û geştir dibe û ew agir dilê faşîzmê dişewitîne. Gerîlayan peyamên Newrozê dan û diyar kirin ku dê Newroza îsal bibin Newroza azadiya Rêber Apo 

Gerîlaya YJA STAR ên li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin, peyamên Newrozê dan.

Gerîla Eznar Yilmaz a cejna Newrozê ya ku di nava civaka ereban de wek roja dayikê tê binavkirin pîroz kir û wiha got: “Di serî de ez cejna Newrozê li Rêber Apo, tevahî dayikan, şehîdên şoreşê û hemû rêhevalên xwe yên ku di qadên tekoşînê de cih digirin pîroz dikim.”

Gerîla Yilmaz bal kişand ser wateya Newrozê ya li çiyayan tê pîrozkirin û ev tişt anî ziman: “Em niha li çiyayên azad cejna Newrozê pîroz dikin û bi wê kelacanê dijîn. Çi dibe bila bibe em ê bi ruhê Kewayan û Mazlûman li her derê agirê Newrozê bilind bikin û tu tişt li hember agirê Newrozê nabe asteng, ne dijmin û ne jî tevahî hevkarên dewleta tirk dikarin agirê Newrozê vemirînin.”

Gerîla Yilmaz bang li tevahî jinan û bi taybet jinên ereb kir û wiha bi dawî kir: “Ez wek gerîlayek ereb bang li tevahî jinan dikim û bi taybet jî jina ereb ku bên û berê xwe bidin nava refên PKK’ê, em bi hev re yekitiyek ava bikin. Yên ku dixwazin rastiya xwe nas bikin û bigihêjin heqîqetê bila bên nava refên têkoşînê û rastiya dijmin nas bikin. Her keçeke kurd û ereb li ser van çiyayan weke agirekî bilind dibe, em ê bi vê agirê dilê hemû dagirkeran bişewitînin.”

Agirê Kawayê Hemdem geştir bûye

Gerîla Havîn Arjîn di destpêka axaftina xwe de qala cejna Newrozê kir û ev tişt anî ziman: “Bi boneya hatina roja 21’ê Adarê em bi rêhevalên xwe re li çiyayên azad agirê Newrozê geştir dikin. Newroza sala 2021’an bi ruhê berxwedana Garê tê pêşwazîkirin, em destpêkê di şexsê rêheval û fermandar Şoreş Beytûşebab û rêhevalên wî yên ku bi berxwedaniya xwe serkeftina Garê misoger kirin pîroz dikin. Bi vê ruhê ketina sala nû, ji bo me xwe gihandina serkeftinê ye. Ev roj roja serkeftin û azadiyê ye. Yê ku ruh daye vê rojê û ev roj carek din daye jiyankirin bêguman Rêber Apo ye. Ji ber wê jî em di serî de li Rêber Apo pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku di kêliyên pêşiya me de em ê rojên wisa pîroz bi Rêber Apo re pêşwazî bikin. Em soz didin ku em ê tola rêhevalên xwe yên şehîd rakin û em dibêjin ku wê xwîna wan hevalan li erdê nemîne. Agirê ku bi berxwedaniya Mazlûman geş bûye em ê hîn geştir û mezintir bikin. Bijî Rêber Apo, Bijî berxwedaniya Mazlûmane.”

‘Bi sozên mezin em ê bigihêjin serkeftinê’

Gerîla Serhildan Can jî ev nirxandin: “Newroz li serê çiyayên bilind û bi heybet pîrozkirin ji bo me rûmeta herî mezin e. Bi taybet ketina bihareke nû û destpêkirina jiyaneke nû em vê rojê bi rêhevalên xwe re li serê çiyan pêşwazî û pîroz dikin. Têkoşîna ku bi pêşengtiya jinan tê dayîn cihê serbilindiyê ye. Ev li tevahî jinan vê rojê pîroz dikin û em dibêjin em ê bi hev re vê têkoşînê bilind bikin û bigihînin lûtkeya herî bilind. Ev roj roja dayikê ye, bi taybetî dayikên ku di qadan de têdikoşin û li ber xwe didin. Her wiha bi ruhê berxwedaniya Garê em ê bighînin serketinê û kêliyên azad bi Rêberê xwe re bijîn. Em soz didin ku di rêya wan de dê têkoşîna me xurtir bibe. Bi îdayên mezin em ê vê berxwedaniyê bidomînin û di rêya wan de bi israr bin.”

Heta ku berxwedan hebe dê agirê Newrozê jî tim geş be

Ji gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê Çiya Mako, Delîla Pepûle û Viyan Brûsk jî di derbarê Newrozê de nêrînên xwe vegotin.

Gerîla Delîla Pepûle diyar kir ku bi ruhê Newrozê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin dê were şikandin û wiha got: “Em di serî de Newrozê li Rêber Apo, şehîdan, berxwedanvanên ku di zindanan de li ber xwe didin, gelê welatparêz, gelê kurd bi taybet, li dayikên aştiyê pîroz dikin. Her car bi geşkirinê agirê Newrozê em soza xwe dubare dikin û hewl didin ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêşengiyeke rast ji bo gelê xwe bikin. Bi ruhê Newrozê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin dê were şikandin, ji ber wê jî pêwîst e gel û gerîla em bi hev re beramberî wê sîstema heyî di nava berxwedaniyê de bin û bi hev re em têkoşîna xwe bimeşînin ji bo ku em bikaribin vê tecrîdê bişkînin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin.”

Newroza şoreşa Kurdistanê

Gelîla Çiya Mako destnîşan kir ku ew nahêlên agirê Newrozê di nav gel de bê vemirandin û ev tişt anî ziman: “Bi ruhê berxwedana ku Rêber Apo ya li Îmralî dide kirin, em ê Newroza îsal bikin Newroza serxistina Şoreşa Kurdistanê. Bêguman em ê têkoşîna xwe jî bigihînin asta herî jor. Ev Newroz dê bibe sala azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê. Bi ruhê Newrozê em ê têkoşîna xwe xurt bikin û tev li pratîka saleke din bibin. Agirê Newrozê çawa ji Kawayê Hesinkar hetanî Mazlûm Dogan heta Rehşanan, Bêrîvanan, Ronahiyan dest bi dest gihişt destê me, em ê jî bi vî ruhî berdewamkerên van hevalan bin û em nahêlin ku Agirê Newrozê di nava gelê me de were vemirandin.”

Newroza 2021’an bibe Newroza azadiya Rêber Apo

Her wiha gerîla Viyan Brûsk jî ev nirxandin kir: “Di demên dawiyê de tecrîda li ser Rêber Apo girantir bû. Hem tehdîdên ku li ser jiyana Rêber Apo, hem jî ew dewletên navdewletî yên ku dixwazin komploya li ser Rêber Apo mezitir bikin. Ji ber wê jî em gerîlayên rojhilatê Kurdistan li beramberî vê tecrîdê têkoşîna xwe hîn bilintir bikin. Newroza 2021’an dê bibe Newroza azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo. Di nava şoreşê de em çiqasî jî cihê xwe bigirin wekî ciwanên kurd kêm e. Ji ber wê ez bang dikim ku hemû ciwanên Rojhilat di vê mijarê de têkoşîna xwe hîn bilintir bikin ku em bikaribin Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Apo, bikin Newroza azadiya gelan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar