Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Bi rêya onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku ji ber pandemiyê kursên xwe yên rûbirû dabûn sekinandin û dest bi kursên onlayn kiribû, di salekê de zêdetîr 4 hezar kes perwerde kirine

Komeleya Lêkolînên Kurdî, di salekê de zêdetirî 4 hezar kes perwerde kirin. Komeleyê ku ji ber pandemiyê navber dabû kursên xwe yên rûbirû û dest bi kursên onlayn kiribû, di kursa xwe ya ewil a meha nîsanê de, di warê kurmancî de 903 kes û di warê kirmanckî de jî 145 kes perwerde kirine. Di meha hezîranê de jî di warê kurmancî de hezar û 800 kes û di warê kirmanckî de jî 207 kes perwerde kirine û di meha cotmehê de jî di warê kurmancî de 500 kes û di warê kirmanckî de jî 100 kes perwerde kirine.

Her wiha komeleyê di meha kanûnê de kursên soranî, kelhûrî û hewremanî jî li bernameya xwe zêde kiribû û zêdetirî 400 kesî serî li van kursan dabû.  Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de jî ji bo zarokên temenê wan 4-6 salî û zarokên 7-10 salî jî kurs dabûn destpêkirin û niha 80 zarok daxilî nav van kursan bûne. Ê piştî Newrozê kursên nû bên vekirin.

Mamosteyê komeleyê Sîpan Haco, behsa kurs û xebatê komeleyê kir.

Pergala onlayn bû firseng

Haco anî ziman ku gava nû ewilî perwerdehiya rûbirû dane sekinandin hinekî zehmetî kişandine û paşê zûka dest bi perwerdehiya onlayn kirine û diyar kir ku di warê xwegihandina gelek kesan de pergala onlyan ji bo wan bûye firsendke û her diçe qeleya ji bo perwerdehiya kurdî zêde dibe.

Haco destnîşan kir ku gava perwerdehiya wan a rû bi rû bû, tenê kesên li Stenbolê dikaribûn beşdar bibin, lê belê di pergala onlayn de ji her deverên cîhanê kes tev li kursan dibin û wiha got: “Bi vê pergalê re ji gelek deverên cîhanê mirov serî li me dan. Ev ji bo me bû firsendek mezin. Êdî mirov li malê xwe, bi telefonê dikarin hînî kurdî bibin. Lewma meriv dikare bibêje ku pergala onlayn bi kêr hat.”

Bangawazî

Her wiha Haco bal kişand ser girînbûna zimên û destnîşan kir ku ziman yek ji nirxên herî girîng ên neteweyekê ne û ji bo kursên komeleyê wiha bang kir: “Em dixwazin her kes tev li kursan bibe. Ji xeynî me jî hin sazî hene û vî karî dikin. Tişta em ji welatiyan dixwazin tev li van kursan bibin. Nexasim jî em dixwazin zarok tevlê bibin. Bila zimanê xwe hîn bibin da ku kurdî pêş bikeve.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar