Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Perşembe - 21 Kasım 2024

Bi awayekî kolektîf xwedî li bajarê xwe derdikevin

Şêniyên bajarê Hecînê bi dehan cotkar û şênî bi awayekî komînal kanal û cihokên ku dê avê bidin projeyên çandiniyê yên kooperatîfan paqij dikin.

Rûbera çandiniya avî ya bajarên li rojhilatê Dêrazorê (Firat, Hecîn û Sûse) 286 hezar û 400 donim e. Ji sedî 27 jê bi rêya kooperatîfan têne çandin û û hinek ferdî ne ku ruxset wergirtine û ji aliyê saziyên çandiniyê ve tên destekkirin. Şêniyên bajarê Hecînê yê li rojhilatê Dêrazorê beriya 15 rojan dest bi serastkirin û paqijkirina kanalên avdanê yên kooperatîfên çandiniyê kir. Bi dehan cotkar û şênî bi awayekî komînal kanal û cihokên ku dê avê bidin projeyên çandiniyê yên kooperatîfan paqij dikin.

Şênî 7 kanalên sereke yên avdanê û 40 cihokên avdanê yên şaxî paqij dikin ku dê avê bidin nêzî 50 hezar donim erdê çandiniyê. Di heman demê de bi dehan rêyên di nava zeviyên çandiniyê yên 7 kooperatîfên çandiniyê de sereast dikin. Li gorî beşdaran, heya niha ji sedî 65 xebatên paqijkirin û sererastkirina kanal, rê û cihokên avdanê pêk hatiye.

Waîl Ebdulezîz ku beşdarî vê xebatê bûye, diyar kir ku armanca wan li hemberî zuhabûnê başkirina rewşa avê ye. Waîl Ebdulezîz bal kişand ser hevgirtin û jiyana kollektîf û destnîşan kir ku ekîpên xebatê bi rengekî komînal cihokên avdanê sererast dikin. Waîl Ebdulezîz got hin kes traktoran didin û hinek din xwarinê ji beşdaran re amade dikin.

Cotkarê bi navê Mihemed Nûr El Îbrahîm anî ziman ku karê kollektîf mîsogeriya serketinê ye û ev li gotina xwe zêde kir: “Paqijkirina cihokan dê bi awayekî baştir avê ji zeviyên çandiniyê re dabîn bike, di encamê de dê zivistanê berhemeke baş hebe.” El Îbrahîm da zanîn ku karê dikin dilxwazî ye û wiha domand: “Em xizm û dostên hev ji bo serxistina çandiniyê bê pere vî karî dikin. Wekî xelkê Dêrazorê em debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin.”

Şêniyên kantona Dêrazorê piraniya zeviyên çandiniyê bi ava çemê Firatê û kanala Xabûrê av didin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar