Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bi axaftina kurdî xwedî li zimanê kurdî derkevin

Jinan bertek nîşanî operasyonên qirkirinê yên li ser saziyên çand û zimanê kurdî û gotin: “Sed sal in dewlet ji bo bişaftina gelê kurd çi ji dest tê dike. Piştî ku fam kir nikare vê yekê bi awayê fizîkî pêk bîne, berê xwe da çand, nasname û ziman. Em ê bi xwedîderketin û axaftina bi kurdî nehêlin xebat û zimanê kurdî were krîmînalîzekirin.”

Dewleta tirk a dagirker bi hevkarî û xiyaneta malbata sîxur a Barzanî hewl dide bi polîtîkayên şerê şaybet qirkirina çand, ziman û hebûna gelê kurd bi encam bike. Serdozgeriya Komarê ya Amedê di roja 24’ê îlonê, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Amed bû, di serdegirtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Ziman Huner û Perwerdeyê Anka û gelek malan de 30 kes hatin binçavkirin, ji wan 29 kes hatin berdan hevserokê berê yê MED-DER’ê Rifat Ronî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hat girtin.

Kesên hatin binçavkirin li dozgeriyê pirsên; “We çima bilêta şanoya kurdî girt?” û “Hûn çima zarokên xwe ji bo perwerdeya kurdî dişînin?” hatin kirin. Bi vê yekê hat xwestin saziyên xebatên kurdî dimeşînin werin krîmînalîzekirin. Çalakiyên demokratîk û axaftina bi telefonan, di dosyayê de weke delîla sûc hatin dîtin. Perwerdekar û parêzeran bertek nîşanî tiştên qewimîn dan, diyar kirin ku bi operayonê dersên zimanê kurdî û pirtûk bûne hedef.

Edîtora Kovara Destar a Kurdî Jîn Aryen diyar kir ku li Tirkiyeyê ne pergala hiqûqî, zagonên derbeyê tên pêkanîn û berteka xwe bi van gotinan anî ziman: “Dewleta tirk li ser hiqûqê nehatiye avakirin û bi zagona derbeyê ev welat te birêvebirin. Di nava deh salên dawî de jî her çû xirabtir bû. Hewl didin bi biryar û pîvanên desthilatdariyê civakê tehekumê li ser civakê bikin. Di demên dawî de me gelek tişt jiyan, zextên li ser gelê kurd û zimanê kurdî zêdetir bûn. Desthilatdarî bi polîtîkayên ku di nava civakê de nayên pejirandin, ber bi pêvajoya mafyabûnê ve çûye. Naxwaza ev polîtîka derbikeve holê û kes bizanibe. Di her qada civakê de texrîbatên mezin hene. Hêrsa mirovan li dijî vê pêvajoyê pir mezin e lê şiyarî jî heye.
Em dibînin ku her dema bertekên civakê zêde dibin û şiyarî çêdibe, gelê Kurd tê hedefgirtin. Êrîşên li ser çand û zimanê kurdî, ji bo bêdengkirina gel tên kirin. Di nava salekê de li ser zimanê kurdî zextên mezin çêbûn. Sed sal in dewlet ji bo bişaftina gelê kurd çi ji dest tê dike. Xwest gelê kurd bi temamî tune bike. Piştî ku fam kir nikare vê yekê bi awayê fizîkî pêk bîne, berê xwe da çand, nasname û ziman. Hewl dide van polîtîkayên bişaftinê bigihîjîne serî. Ji bo vê polîtîkayên xwe li gorî tunekirina gelê kurd ava dike. Her wiha civaka xwe jî bi vê yekê hewl dide biçewisîne. Dixwazin kesên bibêjin ‘em kurd in’ li gorî sînorê ku dewletê diyar kiriye bijîn. Li dijî van polîtîkayan têkoşîn û xebatên me dê bidomin.”

Xebatkara berê ya Payîz Pirtûk Rabîa Karayil ku 4 roj di bin çavan de hat girtin û paşê hat berdan anî ziman ku pêvajoya hatiye meşandin bi temamî bêhiqûqî ye. Rabîa Karayil da zanîn ku bi pirsên hatine pirsîn hem xebatên zimanê dayikê û him jî pirtûkên kurdî hedef hatine girtin û wiha got: “Dema me ev yek dianî ziman bi bertek dihatin pêşwazîkirin. Lê naveroka dosyayê bi temamî li ser krîmînalîzekirina kurdî hatibû amadekirin. Hemû hevalên me yên perwerdeya zimanê kurdî didan hatibûn binçavkirin. Ji ber vê yekê me kesekî nedidît ku di dema îfadeyê de wergerê bike. Dema me vê digot jî yên li emniyetê axaftinên ‘Dijminahiya me bi kurdî re nîne, em kurdî hez dikin. Bi kurdî re pirsgirêka me nîne’ dikirin.

Di îfadeya dozgeriyê de jî tu sûcdarkirinen şênber nînbû. Li dozgeriyî jî pirtûkên kurdî û xebatkarên komaleyê ji me pirsîn. Tevî delîlek şênber jî nîne hewl dan xebatên li ser zimanê dayikê tê kirin weke sûc nîşan bidin. Hincetkirina perwerdeya li ser zimanê dayikê bi tena xwe bê hiqûqî bû. Tevahiya çar rojan hemû mafên me hat binpêkirin. Di rewşa heyî de me baş dît ku bi navê edalet û demokrasiyê jî tiştek nîne. Em li hemberî vê bi bertek in, li hemberî vê pêvajoyê em ê parastin û xwedî derketina li zimanê xwe bidomînin.”

Nîhal Yanik anî ziman ku desthilatdar polîtîkayek dirû dimeşînin, dema ku dilê wî dixwaze propagandaya bi kurdî dike lê dema dilê wî naxwaze jî bi operasyonan dixwaze gel bitirsîne. Nîhal Yanik destnîşan kir ku ew ê li hemberî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin. Nîhal Yanik bibîr xist ku ew ê gavek be jî ji perwerdedayînê newestin û wiha got: “Mixabin li hemberî xebatên zimanê dayikê em bi êrîşên nû re rû bi rû ne. Em bi nêzîkatî û tarzê ne adil re rû bi rû tên. Hevalên me yên ku bi zimanê dayikê perwerde didan bi awayekê bê hiqûq bi rojan di bin çavan de man. Wek gel em ê xwedîderketina li ziman û nasnameya xwe bidomînin. Desthilat û alîgirên wan di pêvajoyên hilbijartinê de li her derê bi kurdî propaganda dikin. Bi berdewamî jî polîtîkayên qirêj dimeşînin. Em jî carek din nû dikin ku em li dijî van polîtîkayan e û van qebûl nakin. Heya ku ev operasyon bidawî bibin, em ê li qadê xebat bimeşînin. Divê polîtîkaya dirû bidawî bibe. Em bi ferasetekî ku li Amedê cûda li Antalyayê cûda ye re rû bi rû ne.”

Parêzer Rûşen Seydaoglu anî ziman ku di mijarên sûcdarkirinê de delîlên şênber nîne. Rûşen Seydaoglu adestnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê ve bê hiqûqî meşiyaye û got: “Hem binçavkirin û hem jî pêvajoya di bin çavan de ji bo muwekîlên me pir giran derbas bû. Ji ber sînordarkirinê me nekarî em bizanibin muwekîlên me bi çi tên sucdarkirin. Bi pêvajoya ku ji îfadeyên dozgeriyê destpê dike, em hîn bûn ka sûcdarkirina bingehîn çi ne. Di naveroka dosyayê de tiştek nîne. Hat xwestin îfadeyên şahidên nepen û çalakiyên demokratîk bibe mijara sûcdarkirinê. Xebatên zimanê dayikê dîsa xebatên jinan rasterast pêdiviyên civaka demokratîk in. Divê saziyên hiqûqê van biparêzin. Bi lêpirsînên ku ev demên dawiyê li pêy hev kirin em dibînin ku hinek tişt guherîne. Li şûna ku kesên xebatên ziman dikin bên parastin, bi destê darazê ve ev xebat tên astengkirin. Darizandina wan binpêkirina mafên mirovan ên bingehîn e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar