Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Bi bandora Rêbertî tev li nava partiyê bûm’

Gerîlayê HPG'ê Hîwa Sine got ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser wekhevî û demokrasiyê ava bûye û destnîşan kir ku sedema herî mezin a tevlibûna wî li nava partiyê, Rêbertî ye

Gerîlayê HPG’ê Hîwa Sine destnîşan kir ku Şoreşa Azadiyê naşibe şoreşên destpêkê û diyar kir ku yekane rêya azadiyê tevlibûna li nava refên azadiyê ye.

Hîwa Sine qala lêgerîna xwe ya li azadiyê kir û wiha got: “Dijmin tim êrîşî ciwanên kurd dike. Ciwanan bi darve dike, dike ku madeyan bi kar bînin. Ji bo bersivê bidim van êrîşan ketim nava lêgerînê. Piştre min navê rêxistinekê bihîst ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ber zilmê radibe, bersivê dide û şer dike. Bi vî rengî min PKK nas kir.”

Pêvajoya komploya navneteweyî

Sine qala pêvajoya komploya navneteweyî û bêhêvîtiya hingî kir û ev tişt anî ziman: “Dema Rêbertî hat girtin, fikrekî wiha ket aqlê me; Rêbertî hat girtin, şoreş jî qediya. Lê belê me fêhm kir ku şoreşa ji aliyê Rêbertî ve hat avakirin, naşibe şoreşên beriya xwe. Ji her devera Kurdistanê tevlibûna civakî li nava şoreşa Rêbertî çêbû. Ev şoreşa ku dijmin hewl dide ji holê rake, xwedî îdeolojiyeke xurt e. Îdeolojiyeke wiha xurt ji bo me cihê kêfxweşî û hêviyê ye. Bi saya vê yekê baweriya me bi şoreşê zêde bû û min ev şoreş ji bo xwe weke çareseriyekê dît.”

Gerîla Hîwa Sine herî dawî destnîşan kir ku faktorê herî mezin ê ku kir ku tev li nava refên partiyê bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got ku felsefeya ku Rêbertî pêşkêşî wan kiriye li ser wekhevî û demokrasiyê ava bûye. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar