Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi beramberiya karê li diyanetê sîxurtî lê ferz kirin

Xwendekarê Zanîngeha Artûklûyê Hatîp Oncu ku hat binçavkirin, anî ziman ku di binçavan de 3 kesên xwe wekî ‘îstixbaratvan’ dane naskirin sîxurtî lê ferz kirine

Xwendekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Hatîp Oncu di 27’ê mijdarê de di serde girtina malê de hatibû binçavkirin. Oncu anî ziman ku di binçavan de 3 kesên xwe wekî ‘îstîxbaratvan’ dane naskirin ‘sîxurtî’ lê ferz kirine û destnîşan kir ku lê belê wî ev ferzkirin qebûl nekiriye û ji ber vê heqaret lê hatiye kirin.

Oncu pêşî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da û paşê jî serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê da.

Di axaftina xwe de Oncu diyar kir ku ew endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê ye û ji ber vê hatiye binçavkirin. Oncu anî ziman ku di binçavan de polîsan xeber jê re gotine, heqaret lê kirine û wiha domand: “Di bin navê sohbetê de gazî min kirin. 3 kes bûn, ji min re gotin ew îstixbaratvan in. Gotin ‘Jixwe sicîla malbatê nebaş e. Tu yê nikaribî bibî karmend. Tu badilhewa zanîngehê dixwînî. Were bi me re bixebite. Hevdîtinê bi rayedarên payebilind ên di nav partiyê re deyne. Bila haya me ji hebe. Di çalakiyan de li pêş be, lê bila hayê me jê hebe. Heger tu bi me re bixebitî em di diyanetê de te deynin ser karê herî baş. Dewlet em in. Karmend ji ber destê me derbas dibin.’”

Pere pêşniyar kirin

Di berdewamê de Oncu da zanîn ku kesên gotine ‘em îstîxbaratvan in’ jê re gotine ‘di dest me de belgeyên wisa hene ku heta 10 salan jî tu yê di girtîgehê de bimînî’ û ev tişt anî ziman: “Behsa hevalên me yên berê hatibûn girtin kirin, gotin ‘Te dît niha hevalê te di girtîgehê de ne. Ma tu jî dixwazî wiha bibî? Were bi me re bixebite, em ê aliyê te bikin. Ne hewce ye tu her roj biçî gund û bê. Em ê li vir ji te re cihekî peyda bikin. Heger tu bêyî binçavkirin tu yê neyê girtin. Di çalakiyan de tim li pêş be. Wê haya kesî ji te tunebe. Tenê dê ev her sê kes bi te zanibin.’”

Heqeret lê kirine

Oncu destnîşan kir ku berê jî hatiye binçavkirin û tiştên wiha lê hatine ferzkirin û got kesên xwe wekî ‘îstixbaratvan’ dane naskirin gotine ‘Binêre ev bû dudo. Ev du care em bi te re xeber didin. Vê carê me neşikîne’. Oncu diyar kir ku ji ber sîxurtiyê qebûl nekiriye rastî heqeretê hatiye û jê re gotin ‘Lê binêre du saet in em bi te re xeber didin. Ma qey beleheq bi te re xeber didin? Em ê careke din jî bi te rexeber bidin.’

Her wiha Oncu axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew dibên qey wê bi van polîtîkayên zext û zoriyê ciwanan bitepisînin. Em ê dev ji doza xwe bernedin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar