Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi berhemên kevnar karê hûnerî dike

Li bajarê Kerkûkê ciwanê bi navê Hawta Kawe karê ciwankariya (estetîk) peykera dike. Hawta Kawe diyar kir ku ji hemû Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê ew sîparîşan digre û peykeran çêdike

Hawta Kawe 25 salî ye û li bajarê Kerkûkê ev bi qasî 10 salane ji xwe re dikaneke karê ciwankarî (estetîk) ya baxçe û cihên geştyarî vekiriye û kar dike. Karê wan herî zêde çêkirina peykerê mirov, lawir û balindeyan e. Ew bixwe karê xwe birêve dibe. Piraniya karê wî bi estekît û hûnerî tê xemilandin.

Hawta Kawe der barê karê xwe de ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: “Ev karê he ez bi bav û birayê xwere dikim. Serpereştiya kar jî ez bixwe dikim. Ev bi qasî 10 salane ez vî karî dikim. Piraniya karê me çêkirina peykerên mirovan, lawiran û balindeyane.”

Ji bavê xwe fêrî kar bû

Hawta Kawe da zanîn ku li ber destê bavê xwe fêrî vî karî bûye û wiha got: “Bavê min despêkê karê nexşdayîna baxçeyan dikir, lê min ev kar nekir, piştre bi hewildan û xwesteka xwe min dest bi çêkirina peykeran kir. Dema despêkê min peyker çêdikirin kesekê peyker jimin ne dikirîn. Lê niha ez li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê sparîşên çêkirina peykeran digrim û peykeran çêdikim.”

Kawe wiha qala çêkirina peykeran kir: “Dema ez biryara çêkirina peykerekê didim, despêkê ez qalibê wî peykerî amade dikim. Ji bo ku peykerê ez çêbikin li gel ciwaniya baxçeyan biguncê, ez amade dikim. Despêkê ez qalibê wî bi şîş û betûnê çêdikim, heya qalibê wê hişk dibe. Piştî ku hişk bû ez wi bi boyaxê û gêçê dixemilînim û amade dikim.”

Peykerên lawiran çêdike

Hawta Kawe di dirêjiya axaftina xwede têkildarî cûrên peykerên ku çêdike ev tişt gotin: “Ev peykerên ku ez çêdikim û kar li ser dikim zêdetir peykerên lawirên weke; berx, mar, baz, tawos, leglek û xezal in. Piraniya peykerên mirovan yên ku ez çêdikim jî peykerên jinane ku xweşikbûna jinê bi hûnerê didim diyarkirin. Min gelek guldankên çandina daran ji çêkiriye.”

Hawta Kawe herî dawî ev tişt anî ziman: “Me berê bi qûmaşê di nava malan de karê xwe dikir, em bi van qûmaşan fêrî çêkirina van karan bûn. Niha van qûmaşan di mekineyê de bi çîmentoyê re linav hev dixin û karê xwe peykersaziyê wiha çêdikîn. Ev kargeha he yekem kargehe li Iraq û Herêma Kurdistanê bi vî awayî kar dike.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar