Li ser bang û vexwendina Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) nûnerên bi dehan partî, rêxistin û sazİyên Kurdistanî, ji hemî pîşeyan bi sedan kesayetên serbixwe (nivîskar, hunermend, ronakbîr, akademîsyen, rojnamevan, siyasetvan, nûnerên pêkhate û dîn û dînza) yên Kurdistanî ku xwe weke dengê wijdana neteweyî û niştimanî dibînin, ji bo helwestgirtin li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, ji bo xwedîderketina li berxwedana hêzên parastina gelê Kurdistanê, di 8’ê tîrmeha 2024’an de, konferansek berfireh li ser tora zoomê pêk anîn.
Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirkiyeyê di roja 15.06.2024’an de, li başûrê Kurdistanê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, operasyonek berfireh da despêkirin. Di heman demê da sewqiyateke mezin ya leşkerî ber bi başûrê Kurdistanê hate kirin û ew sewqiyat berdewame. Mixabin rêveberiya PDK’ê rêyên fermî ji artêşa tirk ya dagirker re vekirine, kontrola cihên ku artêşa tirk lê ye, bi temamî radestî artêşa tirk kiriye. Ji roja 25.06.2024’an vir ve jî, dagirkeriya dewleta tirk derbazê merheleyekî din bûye. Êdî weke hêzeke xwe yê malê, bendên kontrolê (seytere – checkpoint) datîne û nasnameyên xelkê kontrol dike. Yanî êdî dagirkeriya xwe venaşêre û bi aşkere dide diyarkirin. Ev yek jî nîşan dide, her ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk berfireh dibin, gav bi gav xak û deshilata başûrê Kurdistanê dixe destê xwe. Li alê dî artişa tirk zevî, bax û baxçeyên xelkê û xwezaya deverê dişewitîne, gundan bombebaran dike û yek bi yek gundan vale dike.
Heta niha tenê rêveberiya PDK’ê alîkariya dewleta tirk dikir, ev demeke hikumeta Iraqê jî bi awayekî din bûye hevkarê dewleta tirk. Dewleta tirk sozên av û aboriyê dide hikumeta Iraqê. Bila Iraq baş bizane ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mejiyê neo Osmanî yê dagirker tevdigere. Dixwaze sînorên Mîsakî Mîlî dagir bike ku projeyeke neteweperest û nijadperest e. Ji bo vê armanca xwe jî pêk bîne, hewl dide şer giran bike, gelan li hemberî hev sor bike, atmosfera aştî û aramiyê têk bibe.
Niha li deverên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê şerên giran rû didin. Hêzên gerîla dijî dagirkerî û qirkeriyê, bi qehremanî û fedakariyek mezin li ber xwe didin. Em vê berxwedana bi wate û mezin, bi dilekî germ pîroz dikin. Ev êrîşên mezin ne tenê dijê hêzên HPG’ê ne, dijê hemû destkeftiyên kurdan e û bi taybetî jî dagirkirina başûrê Kurdistanê ye. Di sêrî de başûrê Kurdistanê di hedefa van êrişan de ye. Êriş li ser destketiyên gelê Kurd û nirxên Kurdistanê tê kirin. Her wiha ev êrîş li dijî serweriya Iraqê ye jî.
Armanca wan ji aliyê me ve kivş e. Dewleta tirk dixwaze kurd û hemî pêkhateyên Kurdistanê (asûrî-suryanî-kildanî û yên din) li ser axa xwe azad nebin, dîl bin û welatê wan jî dagirkirî be. Eve sed sal in, dewleta tirk, netewevebûna tirkî, li ser tûnekirina gelên dî ava dike.
Dewleta tirk dijî hebûna kurdan e, dijî Kurdistanê ye. Vê niyeta xwe venaşêre, bi kiryarên xwe yên çandî, siyasî û leşkerî nîşan dide. Dewleta tirk di êrîş û operasyonên xwe de, bi niyeteke xirab û plankirî, demografî û jîngeha (ekolojî) Kurdistanê, hedef digire û xirab dike.
Dewleta Tirkiyeyê sala 2017’an, di êrişa Iraq ê ya li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şingal û navçeyên din piştevaniya hikumeta Bexdayê kir.
Di êriş û dagîrkeriya DAIŞ’ê ya li ser Kurdistanê û bi taybetî êrîşa Kobanê da, dewleta tirk xwedî roleke sereke bû û hevkariya DAIŞ’ê dikir.
Dewleta tirk, dijî kantonên rojavayê Kurdistanê û rêveberiya xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji serî de û heta niha, di pozisyoneke êrîşkar de ye. Her wiha li başûrê Kurdistanê jî, ji sedan zêdetir baregehên leşkerî û sîxurî danîne û wan baregehan dijî deskeftiyên gelê me bi kar tîne.
Niha jî li devera Metîna, Zap û Avaşîn, dest bi êrîşeke mezin kiriye. Li hember vê operasyona mezin heta niha, di asta neteweyî û navneteweyî de, weke tê xwestin deng bilind nebûne û bertek kêmin. Di serî de rayedarên PDK’ê, hinek rayedarên hikumeta Herêma Kurdistanê, kesên hevkariya dewleta tirk dikin û hinek dezgehên ragihandinê yên nîzingê wa, dixwazin rewşê normalîze bikin û rastiyê berûvajî bikin. Ev metirsiyek mezine û ev reşw ti awayî nayê qebûlkirin. Pêwîste ev rewş ji rêzê neyê dîtin, duvê ev bê dengî, bê şkênandin û li hember dagirkeriyê bertekên mezin derkevin holê. Divê hêzên berxwedêr, helwest û hevkariya me, li gel xwe bibînin. Bi yekîtiyek xurt û bi piştgiriya dostan, em dikarin van êrîşan têk bibin. Dewleta tirk ne ewqas xurt e, bi berxwedanekî neteweyî, em dikarin hêza wan têk bibin.
Di sêrî de, divê helwestekî neteweyî û niştimanî derkeve holê. Ji bo vê jî divê hemî hêzên Kurdistanî, li dijê dagirkeriyê xwedî helwest bin û di asta herî bilind de, zirxekî parastinê yê neteweyî û niştimanî li dora berxwedêran vehûnin. Helwesta yekgirtî dikare bêdengiya aktorên siyasî yên navdewletî jî biguhere.
Şêwira dijî dagirkeriyê, bi giringî û lezgîn vê bangê dide gelên Kurdistanê û cihana humanîter û demokratîk:
Dewleta tirk bi van êrîş û dakirkeriya xwe, dixwazi hemî destketiyên gelê Kurdistanê têk bibe û gelê kurd bi jenosîdê re derbaz bike. Em beşdarên civînê, li ser vê helwesta hovane ya dewleta tirk bi hesasî nîzing dibin, bi hemî imkanên xwe dijê vê êrîşê radiwestin û li gel Hêzên Parastina Kurdistanê cihê xwe digirin.
Bêtifaqiya navxweyî ya kurdistaniyan, çeperê parastina destkeftiyên Kurdistanê lawaz dike û rê li ber cepheyê dijminan xweş dike. Ev herî dawiyê di dagirkirina Kerkûk, Xaniqîn û Şengalê da hate dîtin. Lê belê, tifaqa navxweyî êrişên dijminan dişkêne û rê li ber serkeftinê vedike ku ev jî di parastin û serkevtina Kobanê da hate dîtin. Civîn, tifaqa navxweyî şertê man û nemanê dibîne û banga xurtkirina yekîtiya neteweyî dubare dike.
Divê li Kurdistanê, li derveyî welat piştevaniyeke xurt li hêzên parastina Kurdistanê bê kirin û bi germahiya parastina Kobanê, dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê bê rawestan. Bi vê armancê ve girêdayî li welat û derveyî welat, divê xebateke xurt ya dîplomasiyê ya hevgirtî, ya neteweyî û niştimanî bête kirin.
Pêvajoya ku em tê de ne ew pêvajo ye ku li hemberî êrişên qirkirinê yên topyekûn, divê em li her derê berxwedaneke topyekûn bikin û bi ruhê seferberiyê bikevin nava liv û tevgerê. Civîn, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, bang li kurdistaniyan dike ku şev û roj bi hemî şêweyên kar û xebatê, di nava çalakiyan de cihê xwe bigrin û di tenişta hêzên berxwedêr de rawestin û li her derê berxwedana topyekûn bilind bikin.
Civîn bang li Serokê Herêmê, Parlamento, Hikumeta Herêma Kurdistanê, partî û saziyên kurdistanî û hemî xelkên herêmê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriya dewleta tirk derkevin û artêşa tirk ji başûrê Kurdistanê derxin.
Civîn, bang li dewleta federal ya Iraqê dike ku hevkariya dewleta tirk neke, peymanên sînor derbazkirinê yên dewra Sadam de bi Tirkiyeyê re hatibûn çêkirin betal bike, dijî dagirkeriya dewleta tirk ya li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe diyar bike, qada hewayî ya Iraqê ji firokên şer ên dewleta tirk re qedexe bike û ji bo derketina hêzên dewleta tirk ji nav tixûbên dewleta federal a Iraqê, tedbîrên pratîk bistîne.
Civîn, bang li Komkara Dewletên Erebî dike ku dijê êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê, helwest bigire û şermizar bike.
Civîn, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hemî hêzên peywendîdar dike ku li hember êrîşên dewleta tirk yên li ser gelê kurd bêdeng nemînin û helwest bigrin.
Civîn, bang li dostên gelê kurd û bi giştî cihana demokratîk û xwedî wijdan dike û dibêje; ‘Di şerên Kobanê, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de, we helwestek baş nîşan da, hêviya me ew e hûn wê helwesta xwe, di vî şerî de jî nîşan bidin. Pêwîstiya gelê kurd bi pişgirtina we heye”.
Civîn, daxwaz ji kurdistanî û dostên Kurdistanê dike ku muameleyên aborî li gel Tirkiyeyê nekin, turîzma Turkiyeyê boykot bikin.
Em kes û nûnerên li vê kombûnê da amade, li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk helwest digirin û xwedîderketina xwe ya Hêzên Parastina Kurdistanê careke din dubare dikin û dibêjin; ‘Parastina deverên Metîna, Zap û Avaşîn, parastina hemû Kurdistanê ye, em ê bi hemû derfetên xwe xwedî li vê berxwedanê derkevin. Her wiha em heman helwestê ji hemû partî, rêxistin, sazî, kesayetên kurdistanî û ji hemû gelê Kurdistanê jî dixwazin.”