PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bi boneya 3’ê Gulanê daxuyanî hatin dayîn

Saziyên çapemeniyê têkildarî 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ew soz didin rojnamegerên ku li ber xwe didin hebûna xwe ya qadan dewam bikin

Navenda Nûçeyan |

Bi munasebeta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê û Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP) di destpêka daxuyaniyê de Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê pîroz kir û wiha hat gotin: “Li gorî endeksa azadiya çapemeniyê, Tirkiye di nava 180 dewletan de di rêza 153’yan de cih digire. Îro gelek hevalên me girtî ne. Kesên ku li qadan jî dixebitin tên binçavkirin û derbarê wan de lêpirsîn tên vekirin. Her wiha li qadan bi êrîşan re rûbirû dîminin. Kesên ku me tehdît dikin, dest datînin ser kamerayên me, nûçeyên me sansûr dikin, malperên me asteng dikin, em dizanin ku li gorî qanûnên xwe civakê bi rêve dibin. Em wan tiştan bi tînin ziman û dibin hedefa îktîdarê. Bi saya îktîdarê êdî azadiya çapemeniyê û ramanê nema ye. Rojên bi wî rengî ji ber wan sedeman ne rojên pîroz kirinê ye. Em ne azadiyê pîroz dikin û em li dijî êrîşan tu carî serî danaynîn.

Du roj beriya niha li qadan 1’ê Gulanê hat pêşwazîkirin û li qadan bawerî û berxwedan heqîqeta heyî nîşan da. Kesên ku derketin qadan dê têkoşîna xwe bidomînin. Em soz didin rojnamegerên li ber xwe didin ku em ê hebûna xwe ya qadan dewam bikin.”

DFG: Dê rojnameger nehêlin rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) di daxuyaniyê de ragihand ku rojnamegerên ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin.

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Çapamenî di ronîkirina civakan de roleke girîng dilîze û peywira venêrînê digire ser xwe. Ji ber vê rola xwe li welatên ku demokrasî li wan kêm e xebatkarên çapameniyê her tim di hedefa desthilatdaran de ne. Li van welatan desthilat destûr nadin ku çapamenî bi rola xwe rabe. Dixwazin ku çapemenî di xizmeta wan de be. Lewre ji bo vê yekê qanûnên çapemeniyê li gorî xwe diguherînin.

Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku lê her tim hewldana kontrolkirina çapameniyê heye. Niha li Tirkiyeyê ji sedî 90-95’ê çapameniyê di bin kontrola desthilatê de ye û rojnameger bi awayekî azad naxebitin. Rojnamegerên ku bixwazin xebatên xwe bi awayekî azad bikin, jî di hedefa desthilatê de ne û bi zextên mezin xebatên wan tên astengkirin. Ji ber vê cihê Tirkiyeyê di derbarê azadiya çapameniyê de roj bi roj paş ve dikeve.

Ji ber van sedeman îsal jî em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi zext û astengiyan pêşwazî dikin. Ji bo têkbirina azadiya çapameniyê desthilata AKP’ê bi welatên ku azadiya çapameniyê li wan tune ye re di peşbirkê de ye û ji bo di rêza yekemîn de cih bigire tişta ji destê wê tê dike. Nexasim dewleta tirk di endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de ku ji hêla Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ve tê amadekirin, di rêza 153’yemîn de, ango di nav welatên xirab de cihê xwe girt.

Weke ku binçavkirin û girtina rojnamegeran ne bes be, wêne û dîmenkişandina wan jî hat qedexekirin. Di erîfeya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Miduriyeta Giştî ya Polîsan giştînameyek weşand û di çalakiyan de kişandina wêne û dîmenên polîsan qedexe kir. Li gorî vê giştînameyê rojnamegerên ku di çalakiyan de wêne û dîmenên polîsan bikişînin dê derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ceza li wan bên birîn. Jixwe kiryarên vê giştînameyê me di demek nêz de dît. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de polîs li gorî vê giştînameyê tev geriyan û li rojnamegerên ku wêne û dîmenên wan kişandin dan û ew binçav kirin.

Heta niha di gelek çalakiyan de penûs û lênûskên rojnamegeran di bin navê ewlehiyê de ji aliyê polîsan ve ji wan dihatin girtin. Bi vê giştînameyê êdî wê wênekêş û kamera jî ji rojnamegeran bên girtin. Çawa ku ji muxalefetê re dibêjin bêyî rexnekirina polîtîkayên desthilatê hûn dikarin muxalefet bikin, bi vê giştînameyê jî ji rojnamegeran re dibêjîn ku hûn dikarin rojnamegeriyê bikin lê hûn nikarin amûrên ji bo rojnamegeriyê bi kar bînin.

Rexmî van hemû zext û astengiyan jî rojnamegerên ku li şûna rêgezên desthilatê rêgezên gerdûnî yên çapameniyê ji xwe re esas digirin hene. Ev hevalên me yên rojnamevan ku li dijî neheqiyê deng derdixin, wê nehêlin ku rûmeta çapemeniyê bê binpêkirin. Daxwaza me ew e ku desthilatdar demlidest dev ji van pêkanînên xwe yên bêhiqûq ên li dijî rojnamegeran berde.

Careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li tevahiya rojnamegerên li dijî bêhiqûqiyê û ji bo azadiyê têdikoşin pîroz be.”

HDP: Rojnameger hêviya civakê ne

Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel, têkildarî 3’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Temel, Roja Azadiya Çapemniyê ya Cîhanê pîroz kir û diyar kir ku di nav 18 salan azadiya çapameniyê bi pêş neketiye û da zanîn ku rojnameger hêviya civakê ne, heta ku ew binivisînin ew ê jî hesab bipirsin.

Tevahiya daxuyaniya Temel wiha ye:

“Di 3’yê Gulana 2002’an de, ji bo ku balê bikêşe ser rewşa azadiya fikr û raman û çapemeniyê û rê li ber zextên hikûmetan bigire, ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî hate qebûlkirin. Di ser ragihandina vê rojê re 18 sal derbas bûn, lê ji wê rojê vir ve zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran her ku çû zêdetir bûn. Karûbarên ragihandinê, nemaze ji bo berjewendiyên desthilatiyê hatin û tên kirin û bûn û çapemenî wek navenda reşkirin, derew û dek û dolaban hate bikaranîn.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a Navneteweyî (RSF), Tirkiye îro ji nav 180 welatan di rêza 153’emîn de ye. Wek gelek welatên otorîter, li Tirkiyeyê jî tê xwestin ku îşkence, binpêkariyên mafê mirovî, tawanên şer, gendelî, kuştina jinan, cînayetên kar û talan bên veşartin. Ji bo wê jî dixwazin ku dengê çapemeniyê bibirrin û wê bikin bin hikmê desthilatiya siyasî. Lê çi dikin jî nikarin wî dengî bibirin û rastiyan veşêrin.

Ji bo ku îşkenceyê veşêrin, giştînameyên nehiqûqî radigihînin û dixwazin ku rojnameger karên xwe bi awayekî azad nekin. Lê tu hikmê wan giştînameyan nîne ji bo rojnamegerên ku naxwazin rastî bên veşartin. Çi dikin bila bikin rojnameger bi pênûs û kamerayên xwe li pey şopa heqîqetê ne û li ber zextên wan serî natewînin.

Rojnameger hêviya civakê ne. Xebat û hewldana wan ji bo ronahiya civakê gelek pêwîst û giring e. Bi xebat û xîreta xwe hemû zextên desthilatiyê îfşa dikin. Îşkence, lêdan, kuştin, şer, komkujî, gendelî, talan, xizanî, tundî li dijî jinan, îstîsmara li ser zarokan, rewşa giran a pandemiyê û gelek pirsgirêkên civakî ji aliyê rojnamegeran ve tên vekolîn û aşkerakirin. Bi pênûsa wan rastî di tarîtiyê de namînin. Di rêya ronahiyê de em ligel wan rojnamegeran e ku bi pênûs û kamerayên xwe, ji şopa heqîqetê venagerin.

Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû têkoşer û kedkarên çapemeniyê pîroz be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar