Navenda Nûçeyan |
Li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan hatin çandin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 4’ê Nîsanêli taxa Mişûlê ya Şirnexê 72 dar çandin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozgûneş û rêxistinên HDP’ê yên navend û navçe, Dayikên Aştiyê tev li bernameyê bûn û bi boneya 72’yemîn rojbûna Ocalan 72 dar çandin.
Pêşiya dar çandinê parlamenter Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş, bal kişand ser girîngiya 4’ê Nîsanê û wiha got: “4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojeke girîng û bi wate ye. 10 milyon kurd birêz Ocalan weke Rêberê xwe qebûl kiriye. Ev roj roja vejînê ye. Ji bo wê em dibêjin keda herî pîroz parastina xwezayî ye. Xweza xurtkirin e. Ji ber girîngiya vê rojê em 72 daran diçînin. Em hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya azadî, aştî û bingeha demokrasiyê.”
Piştî axaftinan bi kilam û govendê, 72 dar hatin çandin.
Li Qendîlê coşa 4’ê Nîsanê
Bi boneya rojbûna Rêber Ocalan, li Baxçeyê Rêber Apo ya li Çiyayê Kortek ya li Binarê Qendîlê, şitlên daran hatin çandin.
Welatiyên Binarê Qendîlê şitlên daran çandin û 72’emîn rojbûna Rêber Ocalan pîroz kirin.
Piştî ku şitlên daran hatin çandin, ji aliyê Hevseroka Şaredariyê ya Binarê Qendîlê Awaz Îsmaîl daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rojbûna Rêber Apo, rojbûna jinên azad e, 4’ê Nîsanê li Rêberê neteweyî, hemû jin û gelên azadîxwaz pîroz be. 4’ê Nîsanê di dîroka mirovahiyê de bi taybet ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn rojek taybet e. Rêber Apo bi felsefeya xwe bûye hêviyek mezin ji bo gelên bindest. Tecrîda li ser Rêber Apo, ji pîvanên mirovaniyê dûre û divê dewleta faşîst ya tirk baş bizane, wê gelê kurd û hemû gelên azadîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê sala 2021’an bikin sala azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo.”
Piştî daxuyaniyê bênavber dirûşmên ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin qîrin.
Bi boneya 4’ê Nîsanê li Heleb, Qamişlo û Dêrikê çalakî
Şêniyên Bakur û Rojhilêtê Sûriyeyê jî 4’ê Nîsanê bi rêzeçalakiyan pîroz kirin.
Di vê çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan 40 şitlên daran çandin. Şitilên daran bi tilîlî û dirûşma ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin çandin.
Şêniyên bajarê Dêrikê, herêma Koçerat û Beravê jî berê xwe da navendên Erka Xwerparastinê ya li bajarokê Xanêserê ya girêdayî Dêrikê, da ku bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan 72 şitilên daran biçînin.
Şênî li qada navenda Erka Xweparastinê kom bûn û wêneyên rêber Ocalan, dayika wî û al û sembolên kurdî rakirin.
Di şahiyê de, endama rêveberiya Kongreya Star a herêma Dêrikê Wesfe Mûrad rojbûna Rêber Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û wiha got: “Rojbûna rêber Apo, rojbûna jinên azad e.”
Piştre, şêniyan li analîzên Rêber Ocalan guhdarî kirin û 72 şitlên darên zeytûnê û darên din çandin.
Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jî bi beşdarbûna bi dehan şênî û saziyên bajêr bi pîrozbahiyekê çerxerêya Rêber Ocalan li qada Cebeten, vekirin.
Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevseroka Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Fatime Heyder rojbûna Rêber Abdullah Ocalan wek rojbûna gel bi nav kir.
Piştre endama Şaredariya Gel Gîvara Fiqih şanoyek der barê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de pêşkêş kir. Her wiha beşdaran li ber stranên şoreşgerî govend gerand.