Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna sersala Suryanî-Asûrî-Babilî (Ekîto) biryarnameyeke bi jimareya 8’an derxist ku tevahî sazî û navendên fermî yên girêdayî wê rojên şemî û yekşemê (1-2 Nîsan) dikin betlane.
Di biryarnameyê de hate gotin:
“Bi boneya sersala Suryanî-Asûrî-Babilî (6775) Ekîto tevahî sazî û navendên fermî yên Rêveberiya Xweser rojên şemî û yekşemê (1-2 Nîsan) dikin betlane, ji derveyî saziyên karê wan berdewamê dixwaze.”