Meclisa Tevgera Azadî ya Xurmatûyê bi boneya 70’emîn salvegera jidayikbûna Ocalan, li kolanan zêdetirî 70 şitlên daran danîn
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê nîsana sala 1949’an de li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Di 70’emîn salvegera rojbûna Ocalan de li gelek deverên Kurdistanê û li derveyî welat pîrozbahiyên cur bi cur hatin lidarxistin.
Bi boneya 70’emîn salvegera jidayikbûna Ocalan, Meclisa Tevgera Azadî ya Xurmatû ya bi ser parêzgeha Selahedînê ve jî li taxekî kurdan li kolanan şitil danîn.
Endamên Meclisa Tevgera Azadî zêdetirî 70 şitlên daran danîn. XURMATÛ