Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Bi boykotê re dikare sînorek ji dagirkeriya dewleta tirk bê danîn’

Mamosta û xwendekarên Zanîngeha Helebçeyê diyar kirin ku gelê Başûr bi rêya boykotê dikare sînorekî ji dagirkeriya dewleta tirk re dane. Her wiha gotin ku divê gelê kurd li dijî dagirkeriyê xwedî yek helwest be û banga boykotê li hemû kurdan kirin

Li başûrê Kurdistanê bi destpêkirina êrîşa dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê re pêngava boykotkirina malên tirkî hatibû destpêkirin. Kampanyaya boykotê her ku diçe berfirehtir dibe û ev jî zextê li ser aboriya dewleta tirk dike. Têkildarî mijarê xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Helebçeyê ji Rojnewsê re axivîn.

Têkildarî mijarê xwendekarê bi navê Hawraz Mihemed anî ziman ku bi rêya boykotê, gelê kurd dikare sînorekî ji dagirkeriya dewleta tirk re dane û wiha got: “Her kes dikare tev li boykotê bibe û bi boykotkirina malê tirkî rê li ber dagirkeriyê bigre. Ez bang li bazirganên kurd jî dikim ku malên tirkan boykot bikin.”

Xaka Kurdistanê dewlemend e

Xwendekarê bi navê Karjîn Mihemed jî destnîşan kir ku xaka Kurdistanê berhemdare û hewce nake berê xwe bidin welatekê din. Mihemed wiha dom kir: “Kurdistan dikare hemû berhemên pêwîst hilberîne. Erka hikûmetê jî ew e ku bi destê bazirganan bigre. Divê kargeh werin çêkirin. Ji ber ku boykot ji bo berhemên navxweyî, xwedî bandor û derfeteke mezine. Her wiha hebûna leşkerên tirk a li ser xaka Başûr, nearamiyê tîne. Divê hizbên siyasî di vê mijarê de bi erka xwe rabin. Nabe ku leşkerên biyanî li ser xaka Kurdistanê komkujî û çalakiyên leşkerî bikin.”

Bang li bazirganan kir

Mamostayê zanîngehê Usame Eşref jî ji ewil bal kişand ser hebûna leşkerên tirk a li ser xaka Başûr û ev tişt anî ziman: “Karê leşkerên tirk ê li ser xaka başûrê Kurdistanê tê hêsankirin. Ev nayê qebûlkirin. Divê ji xaka me bên derxistin. Her wiha ji bo boykotê jî ez bang li her kesî dikim ku malên tirkî boykot bikin. Ez bang li bazirganan jî dikim ku malê tirkî nekirin. Berhemên din bînin Herêma Kurdistanê. Êdî dema bi dawî anîna nakokiyan jî hatiye. Ji bo yekhelwestiya kurdan divê pêngav werin avêtin.” HELEBÇE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar