Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê navçeya Rezan a Amedê winda bibû û cenazeya wê di 8’ê îlonê de Çemê Egertutmaz hatibû dîtin. Li gorî rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê Narîn hatiye fetisandin. Di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de dayika wê, Yuksel Guran, kekê wê Enes Guran, apên wê Salîm û Fuat Guran û gelek xizmên wê tê de 11 kes hatin girtin. Piştî qetilkirina Narînê polîtîkayên şerê taybet li bajarên Kurdistanê dîsa kete rojevê. Dengê tevgera jinên Kurd û saziyên civaka sivîl ên li herêmê xebatan dimeşînin bilind dibe.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Adalet Fîdan der barê mijarê de nirxandin kir. Adalet diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet der barê tasfiyekirina civakê de ne û wiha axivî: “Rastiyeke serdestan a dixwazin xwe li ser qadên çandî, polîtîk, leşkerî, civakî heyî bikin heye. Dema em rastiya pergala baviksalar dipîvin; yên herî zêde tên binpêkirin jin, zarok û xweza ye. Li Kurdistanê bikaranîna hişbirê daketiye temenê pir biçûk. Ji ber pirsgirêkên aborî karkeriya zarokan zêde bûye. Di vî alî de di mijara destdirêjî û qetilkirina zarokan de polîtîkaya bêcezahiştinê vê zîhniyetê xurt dike. Di gelek dozên ku destê peywirdarên dewletê tê de ye de encamek nayê girtin. Serê bûyeran tê veşartin.”
Adalet Fîdan daxuyakirin ku li Kurdistanê polîtîkayên asîmilasyonê di dewrê de ye û li dijî van polîtîkayana jî têkoşîna jinan di dewrê de ye. Adaletê wiha bi lêv kir: “Têkoşîneke ku jin pêşeniya wê dikin heye. Di vê nokteyê de jin û zarok tên windakirin. Em dibînin ku jinên ji civakê re pêşengiyê dikin tên qetilkirin. Di şexsê jin û zarokan de civak tê tunekirin. Em li qetilkirina Narîn Guran binêrin, têkiliya apê wê bi dewletê re heye. Hemû kontrola vî gundî di destê vî kesî de ye. Ev kes jî bi karên qirêj tê zanîn. Kaçaxvaniya çekan, hişbir, heta fuhuşê. Em dikarin rastiyeke ji nasnameya exlaqî û polîtîk dûr ketiye bigirin dest. Der barê kesên li gund dijîn de gelek îdia hene: gorên komî, çek… Divê ev îdia hemû bên lêkolînkirin. Bûyer ber bi magazînê ve kişandin, ji bo manîpulekirinê ye.”
Di domdariya axaftina xwe de Adalet da xuyakirin ku qetilkirina Narînê dikşînin gelek aliyên cuda û wiha pê de çû: “Gumanên der barê bûyera Narînê de ji aliyê hemû civakê ve tê nîqaşkirin. Bûyerê dikşînin aliyê magazînê û lê ev tu baweriya wê tuneye. Ji pirsa ‘Narîn bû şahidê çi?’ wêdetir divê pirsa ‘Narîn Çima hat qetilkirin?’ bê pirsîn. Çapemeniya desthilatdar vê dikşîne aliyên cuda. Di daxuyaniya ku malbatê daye de jî vê bi hêzên derve re girê didin. Hewl didin bikin mijareke absurt. Bi vê nêrînê dixwazin nêrîna civakê biguherin û civakê bixapînin.”
Adalet wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di serî de Erdogan, hemû daxuyaniyên rayedaran bi hev re dikeve nakokiyê. Em dibînin ku mekanîzmayeke dewletê ya hewl didin serê bûyerê bigire heye. Qetilkirina Narînê em tenê bi qetilkirina zarokekê re sînor nabînin. Ev mijar Tirkiyeyê eleqeder dike. Ronîkirina qetilkirina Narîn wê gelek qetilkirinên li Kurdistanê jî ronî bike. Em wekî TJA’yê heta ku bûyer bê lêkolînkirin wê têkoşîna me bidome.”