Êrîşên dagirker ên dewleta tirk ên li ser Zap, Metîna û Avaşînê didomin. Berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî li dijî van êrîşan didomin.
Gerîlayên YJA Starê ku di pêngava Cenga Xabûrê de li meziyên pêş şer dikin, diyar dikin ku ew ê bi ruhê berxwedanê ya Garê rê nedin dagirkeran.
Berxwedana Garê rêya me ronî dike
Gerîlaya YJA Starê Nûdan têkilî berxwedanê wiha dibêje: “Ji dema ku êrîşên dewleta tirk dest pê kiriye û wir ve em li dijî dijmin çalakiyan dikin. Em ê berxwedaniya xwe bênavber bidomînin. Em van çalakiyên xwe her wiha ji bo parastina Zendûra jî dikin. Bawer dikim em ê bi serkeftineke mezin ji çalakiyê vegerin. Berxwedana Garê rêya me ronî dike. Bila her kes zanibe ku em ê bi ser bikevin.”
Bêhempa şer dikin
Pêşengên ku li dijî dijmin li ber xwe didin li çiyayên Kurdistanê bi rengekî bêhempa şer dikin. Yek ji gerîlaya jin ku tirs xistî dilê dijmin Rojîn e. Têkilî çalakiya wan a ku bi serkeftî encam bûye Rojîn wiha dibêje : “Ev qad a hevalên jin e, qadeke ku şervanên Apoyî lê dimînin. Em ê heta dawî li dijî dijmin li ber xwe bidin û dagirkeran têk bibin. Em van çalakiyên xwe berxwedana hevalên xwe yên li Heftanîn, Zap, Avaşîn û Metînayê silav dikin.” BEHDÎNAN