Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi çavê pêşmergeyek wê demê şehîd Bêrîtan

Di 25’ê Cotmeha sala 1992’yan de şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî leşkerên dewleta tirk a dagirker û çekdarên PDK’ê heya dawiyê bi qehremanî û îradeyek xurt şer kir, teslîmyet qebûl nekir, çeka xwe şikand û xwe ji bilindahiya çiya avêt xwarê û şehîd bû. Ji wê rojê heya niha bandorek mezin li ser hemû gelê kurd hêlaye û bûye sembola berxwedanê.

Yek ji kesên ku gelekî di bin bandorê de maye jî pêşmergeyê bi navê Hindirîn Methet ê ji navçeya Kifrî ya ser bi Germiyanê ye. Hindirîn jî di dema şerê dewleta tirk û partiyên Başûr ê li hemberî gerîlayên Kurdistanê de, biribûn şer. Hindirîn ku şahidî ji bûyera wê demê re kiriye, behsa têkoşîn, berxwedana gerîla û şehîd Bêrîtan kir.

Hindirîn Methet wiha qala wan kêliyan dike: “Em bi hevalên xwe re gihîştin çiyayê Xakurkê û me cenazeyê gerîlayek jin dît ku ketibû xwarê. Ji ber ku tu nasnameyek li ser nebû, me nedizanî navê wê çi ye. Lê hevalên min wêneyek ji berîka wê derxistin û li ser Mêrdîn nivîsandibû. Me jî got navê wê Mêrdîne. Me heman êvariyê çalek kola û cenazeyê wê veşart.

Ez gelek bandor bûm. Bûyer ewqas bandor li min kir ku min li wir biryara xwe da û min got ger zarokek min çêbibe ez ê navê wê bikim Mêrdîn. Piştre di sala 1993’yan de keçek min çêbû û min navê wê kir Mêrdîn.

Destpêkê me tenê navê PKK’ê bihîstibû. Lê ew cara yekem bû ku min gerîlayên PKK’ê dîtin û min bihîst ku jinek bi çek û çend guleyan hemberî ewqas dijmin li ber xwe dida. Piştî ku cebilxaneya wê xilas bibû, xwe ji çiya avêtibû. Ji bo ku dijmin ji çeka wê sûd negire, çeka xwe şikandibû. Piştre jî xwe ji çiya avêtibû .”

Hindirîn derbarê îradeya şehîd Bêrîtan de wiha dibêje: “Zîrektî û îradeya şehîd Bêrîtan a ji bo wê rêbazê, dida xuyakirin ku xwendî û têgihiştî bû. Ji bo vê rastî biksî, doçka û topan teslîmyetê qebûl nekirin. Bêrîtan nedixwest bikeve destê pêşmergeyan, ji ber ku baweriya wê bi wan nebû. Nedizanî wê bi dîl girtinê, çi li wê bikin. Ji ber ku dema mirov di şer de dîl tê girtin, li benda her tişta ku neyê xwestin jî dibe.”

Her wiha Hindirîn di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew jî weke bi sedan pêşmergeyên din nedizanî ji bo çi şerê PKK’ê dikin û wiha got: “Ji bo me gotibûn PKK dest di dane ser xwarinên ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê dişîne. Di serê me ev yek danîbûn.” Çavkanî: Huner Faris / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar