Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bi çavê zarokan Amed

Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê di çarçoveya projeyekê de zarok li cihên dîrokî yên Amedê gerandin û zarokan li gorî nêrîna xwe wêneyên Amedê kişandin. Wêneyên ku  zarokan kişandin jî di pêşangeha ‘Bi çavê Zarokan Amed’ de hatin pêşandan

Pêşengeha wêneyan a zarokan a bi navê ‘Bi Çavê Zarokan Amed’ ji hêla Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (Goç Vakfi) ya Amedê ve hate organîzekirin. Di pênengahê de 40 wêneyên ku 7 zarokan li Amedê kişandin tên pêşandan. Pêşangeh di navbera 6 û 7’ê tîrmehê de li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate pêşandan. Zarokan bi wêneyên kişandin xwestin rastiya jiyana çand, dîrok, civak û Sûrê nîşan bidin.

Têkildarî pêşengehê Civaknasa Goç-Vaqfi ya Amedê Dîlan Ok anî ziman ku ji çavên zarokên ku rewşa aboriya wan nebaş wêneyên navçeyên navenda Amedê hatine kişandin û wiha domand: “Armanca me ew e ku em zarokên bûne mexdûrên şer û penaberiyê, rehabilîte bikin. Em dixwazin hunera wan a wênekişandinê keşf bikin. Dema me dest bi projeyê kir, me ji zarokan pirsî. Xwestin herî zêde qadên jiyanê bikişînin. Dîsa xwestin Mînareya Çarling, Xana Suluklu, Pira Deh Derî û Çiyayê Kirklarê bikişînin. Bi taybet xwestin Sûrê bikişînin. Zarokan dema wêne kişandin digotin ‘Berê li vê derê ev tişt hebû lê niha xera bûye’ û qala berê û niha dikirin. Cihê ku xerabûye di hişê wan de mabû. Dîmenên navçeyê yên berê û dema niha di hişê wan de mabû û vê yekê bandor li ser wan kiriye.”

Mêvanan wêneyên zarokan pir ecibandin

Ok di berdewamê de jî got ku dema zarok projeyên xwe ji heval û malbatên xwe re vedibêjin bi wê kêfxweş dibin û wiha pê de çû: “Wênekêşên me yên dildar piştî karê teknîkî nîşanî zarokan da, zarokan bi xwe kadrajên xwe diyar kirin. Bi biryara xwe çarçoveya wêneyên xwe diyar dikin. Me bi çend kesan dest bi vî karî kir. Em dixwazin vê projeyê bidomînin. Me bi 7 zarokên ku temenên wan di navbera 9-15 salî de dest pê kir. Ger ku em fonê peyda bikin dê hejmara zarokan zêde bikin. Kesên ku pêşangeh ziyaret kirin bertekên erênî dan. Mevanên me dema wêne dîtin matmayî man. Kadraja zarokan ew heyîrî hiştin. Dibêjin zarokan çawa ev wêne kişandine û pir xweşik kişandine.”

‘Em nû mafên xwe dizanin’

Yek ji zarokên ku wêne kişandin jî Mîne Boynukara (11) ye. Zarok Mîne bi lêv kir ku 5 sal in bi Weqfa Goçê re ye û ev tişt anî ziman: “Ez bi vê yekê gelek keyfxweşim. Li Deriyê Mêrdînê, Suluklu Han, Pira Deh Derî û beriya wan jî li hinek cihên dîrokî geriyam. Ev peşangeha min a yekemîn e lê ez ê wêne kişandinê bidomînim. Li weqfê tenê wêne kişandin na carna mamosteyên me, me dibin seyranê jî. Planên atolyeyên boyaxê dikin. Li ser mafên zarokan atolye çêbûn. Di nava atolyeyan de ya ji bo min herî girîng atolyeya mafê zarokan bû. Em nû mafên xwe dizanin. Hînî xwe parastinê dibin.”

Gelek keyfxweş bûye

Zaroka 10 salî Esmanûr Donat ku wêneyên wê jî di pêşangehê de hatibûn pêşandan, ji navçeya Sûrê ye. Esmanûr dibêje ku dema ku li cihên dîrokî yên Amedê geriyayî gelek keyfxweş bûye û keyfxweşiya wiha nîşan da: “Wêneyên ku me kişandin di pêşangehê de hatin pêşandan. Ji ber ku cara yekemîne wêneyên min li pêşengehekê cih digirin, gelek keyfxweşim. Wêneyên ku min kişandin, min bi hevalên xwe re parve kirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar