Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in di greva birçîbûnê de ye

Şerîf Mesûtoglû ku ji ber kuştina Qaymeqamê Dêrikê Mûhammet Fatîh Safîturk 2 caran cezayê muebeta giran lê hatiye birîn, bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in di greva birçîbûnê de ye

Midurê Karê Nivîsê yê Qaymeqamiya Dêrikê Şerîf Mesûtoglû ku ji ber kuştina Qaymeqamê Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Mûhammet Fatîh Safîturk 2 caran muebeta giran û 18 sal ceza lê hatiye birîn, bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in, li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê, di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna Mesûtoglû Saîme Ateş Mesûtoglû ku duh li girtîgehê bi hevjînê xwe re hevdîtin pêk anî û têkildarî rewşa hevjînê xwe axivî. Mesûtoglû diyar kir ku hevjînê 29 kîla winda kiriye û wiha got: “Daxwaz kir ku Dadgeha Bilind cezayê wî yê ku ji aliyê Dadgeha Edlîya Herêmê ya Dîlokê ve hatiye erêkirin, bi awayekî adîlane lêkolîn bike û biryar bide.”

Mesûtoglû bi bîr xist ku hevjînê wê ji 24’ê hezîranê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye û ev tişt anî ziman: “Hevjînê min bi daxwaza ku bi awayekî adîlane bê darizandin di greva birçîbûnê de ye. Bi darizandineke adîlane û vekolînkirina delîlên ku hatine veşartin dê kujerên rasteqîn derkevin holê. Heta ku daxwaza hevjînê min neyê bicih bi biryare ku çalakiya xwe bidomîne. Xwest ku demildest darizandineke adîlane çêbibe.”

‘Êşên giran dikişîne’

Mesûtoglû destnîşan kir ku hevjînê wê daketiye 58 kîloyan û guhên wî dikin çingînî û ji ber vê yekê êşên gelek giran dikişîne. Mesûtoglû bang li rayedar û kesên hestiyar kir û diyar kir ku kujerê qaymeqam nehatiye dîtin û dîtina kujer karê Wezareta Dadê ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar