Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi daxwaza dewleta tirk û PDK’ê zext li Mexmûrê tê kirin’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Saît Çomlek got, bi zexta PDK û dewleta tirk, Iraq jî zexteke giran li xelkê Mexmûrê dike

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Saît Çomlek gefa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê, zexta Iraqê û rewşa dawî ya li Mexmûrê ji ANF’ê re nirxand.

Çomlek bi bîr xist ku bi salan e zext, ambargo û astengî li kampê tê ferzkirin, ji roja ku bûne penaber û vir ve timî du astengiyên mezin li pêşiya wan hatine danîn û wiha got: “Yek ji van dewleta tirk e, ya din jî PDK ye. Bi salan e ev herdu hêz êrişî me dikin. Li gel van zextan her wiha timî êrişên hewayî yên Tirk tên kirin. 3 sal in PDK ambargoyê li me ferz dike. Ev ambargo di heman demê de ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve jî bandorê li gelê me dike. Fikar hene ku wê êrişên nû li ser kampa me bêne kirin.”

Çomlek bal kişand ser hewldanên xwe yên ji bo vekirina rêyên nû ji bo bersivdana li pêwîstiyên şêniyên kampê û ev tişt anî ziman: “Van 2 salên dawî em hewl didin rêyên nû peyda bikin, ji bo bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe. Heta astekê ev hewldan bi ser ket. Di serî de li Mûsil, Bexda û Basrayê li hin deveran derfet hatin peydakirin ku kar lê bê kirin. Ji ber ku xeta Kerkûkê li karkeran û gel hatiye girtin, şêniyên herêmê nekarî biçe Silêmaniyeyê. Lewma em çûn Mûsil, Bexda, Basra û hin herêmên din ên Iraqê. Car caran li van deveran jî astengî danîn ber me. Ji bo çûyîna bajarên Iraqê wekî din rêyeke me nîne.”

Gefa DAIŞ’ê her tim heye

Çomlek işaret bi gefa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê û derdora wê kir û bi dewamî axaftina xwe wiha domand: “Gefa DAIŞ’ê ya li ser herêmê car caran kêm bû, lê ti carî neqediya. Ev jî dibe cihê fikaran, çima carna gef zêde dibe, çima carna kêm dibe? Hewldanek heye ku pêşî li DAÎŞ’ê vekin. Lewma gefa DAÎŞ’ê timî heye. Beşeke mezin a liv û tevgera DAÎŞ’ê li wan qadan heye ku di bin serweriya PDK’ê de ne. Haya xelkê herêmê ji vê heye. Her wiha li ser jiyan, liv û tevgera wan agahî li ber destê me hene. Ev yek di têkiliyên bi meqamên Iraqê re jî eşkere dibe. Meqamên Iraqê di mijara tevgera DAIŞ’ê de ya li herêmê hişyariyê didin me û dibêjin ku divê em karibin xwe biparêzin. Em di bin ewlehiya Iraqê de ne. Iraq dikare me biparêze. Em zanin ku çawa dikarin xwe biparêzin. Gefa DAÎŞ’ê rojên dawî jî zêde bû. Sivîlan, şivanan direvînin. Bi taybetî li ser rêyên esasî. Gefa DAIŞ’ê timî li ser me heye. Hedefa DAIŞ’ê em e. Ji dema ku Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojava DAIŞ têk bir û vir ve DAÎŞ timî êrişî me kir. Ji bo karibe komkujiyeke mezin bikin, du caran êrişî kampê kirin. Bi sala baldarî û berxwedana gel têk çûn.”

Dewleta tirk, Iraqê li dijî Mexmûrê sor dike

Çomlek destnîşan kir ku PDK û Tirkiye, Iraqê li dijî xelkê Mexmûrê sor dikin û wiha pê de çû: “Êrişên li ser Tevgera Azadiyê li dijî me jî têne kirin. Me timî dikin hedefa êrişan. Tevî ku em di bin serweriya Iraqê û parastina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne, Tirkiyeyê êrişî kampê kir û hîn jî êriş dike. Hevdîtinên navbera rayedarên Iraqî û MÎT’ê gelekî bandor li Iraqê kir. Iraq yekpare nîne, xwedî hêzên cuda ye. Tirkiye bandorê li wan dike û li dijî me sor dike. Di demekê de ku kes ne li bendê bû ji me re hate ragihandin ku wê bi têlan dorê li kampê bigirin. Bi saya nerazîbûn û helwesta gel hate rawestandin. Me ji wan re got ku em tiştekî wiha weke heqaretê dibînin û em ê ti carî qebûl nekin. Bi salan e em di nava şert û mercên giran de ne, lê belê me ti carî her tişt qebûl nekiriye. Hin tişt hene ku em dikarin qebûl bikin, hinek jî hene ku em qebûl nakin. Me bi rayedarên Neteweyên Yekbûyî yên li Mûsilê re hevdîtinek kir ji bo me fêhm bikin. Me ji wan re qala meseleya dorpêçkirina kampê ya bi têlan kir, gotin ku haya wan ji bûyereke wiha nîne û mafê me ye ku rewşeke bi vî rengî qebûl nekin. Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ew ne di n ava mijareke wiha de ye. Destnîşan kirin ku ev rewş ne ya qebûlkirinê ye.”

Em bi xelkê Şengalê re ne

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê Saît Çomlek anî ziman ku bi daxwaza PDK û dewleta Tirk dîwar li Şengalê tê lêkirin û ev tişt bi liv kir: “Em dîwarê ku li Şengalê tê lêkirin qebûl nakin û bi xelkê Şengalê re ne. Dorpêçkirin, ambargo cihê şermê ye. Helwesta xelkê Şengalê ya li dijî lêkirina dîwar gelekî mafdar e û di cih de ye. Dûrî ji aqil e ku li Mexmûrê dîwar an jî têl bêne danîn. Ti carî zerara me negihîştiye herêmê. Lewma ya tê kirin rast nîne. Gava ku me dît têl li dora kampê tê danîn em rabûn ser piyan. Rast nîne ku Kampa Şehîd Rustem Cûdî bê krîmînalîzekirin. Em vê qebûl nakin. Em zanin ku ev yek bi daxwaz û zexta Tirkiye û PDK’ê tê kirin. Em amade ne bi her awayî karên qanûnî bikin. Bicihkirina têlan, lêkirina dîwar ne qanûnî ye. Em ê her tim li ber vê yekê rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar