Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bi daxwazeke mezin nêzî her cûre wezîfeyê bû: Nûjîn Sêrt

Fermandara YJA Starê Nûjîn Sêrt ku ji Zapê heta bi Garê û Metînayê li qadên cûda têkoşiya, mîsyona pêşengiyê ya jin a kurd a azad bi wêrekiya xwe ya di şer de bi cih anî. Û bû wêreka jiyanê.

Nûjîn Sêrt (Zeynep Dayan) sala 1989’an li nava malbateke welê ji dayik bû ku zilma dewletê lê dihate kirin, berdêl û şehîd dabû. Ji ber zext û zilma dijmin neçar ma ku koçî metropolan bike. Tevî vê yekê jî Nûjîn Sêrt ji welatê xwe û gelê xwe qut nebû, dijmin nas kir û bi hêrsa vê yekê mezin bû, xwe gihand asta tevlîbûna li nava têkoşînê. Bi van hestan di sala 2005’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Weke jineke kurd a azad ji bo karibe xwe jinûve biafirîne, îdeolojiya azadiyê ya jinê û pîvanên jiyana azad di kesayetiya xwe de şênber bike gelekî hewl da, ked da. Bi vê lêgerîn û hewldanê ji Zapê heta bi Garê û Metînayê li gelek qadan ma, bû xwedî tecrûbeyên mezin û weke milîtaneke PAJK’ê hate hezkirin.

Nûjîn ku salên destpêkê li Metînayê ma, bi biryardarî li her qadê têkoşiya. Di salên 2008-2009’an de derbasî Zapê bû. Ev sal di heman demê de ew sal bû ku artêşa tirk ji hev hate xistin û berxwedana Zapê ya dîrokî pêk hat. Nûjîn Sêrt beşdarî vê berxwedana dîrokî bû û bi rola xwe ya xurt di vî şerî de rabû. Lehenga Sêrtê di er de êdî bû pispor û weke jineke kurd li çiyayên Kurdistanê mîrateya Zinarîn Întîqam û Zeryayan dewam kir. Di sala 2010’an de piştî perwerdeya leşkerî û îdeolojîk berê xwe da Botanê.

Ji sala 2010’an ehta 2017’an li gelek qadên cuda yên Botanê kar kir, di pratîka Botanê de bû xwedî tecrûbeyên mezin û bû fermandareke YJA Starê ya mînak. Ji fermandariya tîm heta bi fermandarên tîmên gerîla yên bi tevger û xweser, heta fermandariya berxwedana li bajaran li gelek qadên têkoşînê bi daxwazeke mezin nêzî hemû wezîfeyan bû, bi hişmendiyeke xurt a berpirsyariyê bi cih anî. Bi hevrêtiya xwe ya li nava jiyanê û wêrekiya xwe ya li nava şer mîsyona pêşengiyê ya jin a azad a kurd bi cih anî.

‘Ya ku têkoşîna me dimeşîne hevrêtiya me ye’

Nûjîn girîngiyeke mezin dida têkiliyên hevrêtiyê û li ser hevrêtiyê wiha digot, “Ya ku têkoşîna me dimeşîne, ya ku PKK’ê bi ser bixîne hevrêtiya me ye. Li her qadê li her karî min têkiliyên xwe yên hevrêtiyê bi xurtî ava kir.”

Nûjîn Sêrt ku salek û nîvê li qada Behdînanê ma, bi biryardariya ku pêşengiyê ji pêvajoya serketinê re bike sala 2018’an weke fermandara herêmê careke din berê xwe da Botanê. Li Bestayê weke fermandara herêmê ya YJA Starê wezîfe kir. Li dijî duyemîn artêşa herî mezin a NATO’yê şerekî mezin kir. Bi daxwazeke mezin nêzî her cûre wezîfeyê bû. Bi hişmendiyeke xurt a berpirsyariyê rola xwe bi cih anî. Nûjîn Sêrt ku bi tirsê nizanî bû di 8’ê nîsana 2021’ê de di êrîşa dijmin a li ser herêma Bestayê de tevî hevrêyên xwe bi fedaîtî li ber xwe da. Piştî ku derbên giran li dagirkeran xist tevî 4 hevrêyên xwe tevlî nava karwanê nemiran bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar