Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bi deh hezaran jin hatin qetilkirin

Li dinyayê her sal bi deh hezaran jin ji aliyê hevser an jî endamên malbata xwe ve tên qetilkirin û her sê jinan yek herî kêm carekê dibe hedefa tundiya zayendî

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) li tevahiya cîhanê di sala 2017’an de herî kêm 87 hezar jin ji aliyê partnerên xwe yan jî endamên malbatên ve hatin qetilkirin.

Di serî de Latîn Amerîka û welatên Afrîkayê bi 10 qatî zêdetir jin hatin kuştin.

Li gorî rêjeya nifûsa xwe jin herî zêde li El Salvadorê hatin kuştin ku welatekî Amerîkaya Navîn e. Li El Salvadorê ji 100 hezar jinan 13.9 ji wan hatin kuştin.

Jamaîka di rêza duyemîn de ye ku her ji 100 hezar jinan 11 jin hatin kuştin. Li Komara Afrîkaya Başûr jî ji her 100 hezar jinan 9 jin hatin kuştin.

Li gorî daneyên UNODC li tevahiya cîhanê ji sedî 57 jinên ku hatin qetilkirin (50 hezar jin) an ji aliyê partnerên xwe ve yan jî ji aliyê endamên malbatê ve hatin qetilkirin. Ji wan 30 hezar jin ji aliyê partner an jî hevserê xwe yên berê ve hatin qetilkirin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ev rêje di nava tevahiya jinên hatin qetilkirin de ji sedî 38 e.

Ji jinên ji aliyê hevser an jî endamên malbatê ve hatin qetilkirin du ji pêncên wan li parzemîna Asyayê yanî ji 50 hezar jinên hatin qetilkirin 20 hezar li Asyayê bûn.

Li parzemîna Afrîkayê 19 hezar jin, li Bakur û Başûrê Amerîkayê 8 hezar jin, li Ewropayê 3 hezar jin û li Okyanûsan jî 300 hezar jin hatin kuştin.

Lê belê tê texmînkirin ku hejmara rasteqîn ji vê zêdetir e. Li gorî Komeleya Navenda Anna ya li Rûsyayê ku li dijî tundiya li jinê ava bû, her sal zêdeyî 8 hezar jin li Rûsyayê tên kuştin. Halbûkî di hejmara Neteweyên Yekbûyî de ji bo tevahiya Ewropayê tenê 3 hezar jin hatin ragihandin ku ji aliyê hevser an jî endamên malbatê ve hatin qetilkirin.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî her sal herî kêm 5 hezar jin ji aliyê endamên malbatê ve bi hinceta ‘namûsê’ tên qetilkirin. Herî kêm hezar ji wan jî li Hindistanê tên qetilkirin.

Li gorî daneyên WHO her yek ji sê parên jinên li tevahiya dinyayê mexdûrên tundiya fîzîkî û zayendî ne.

Li gorî WHO 7 ji her 100 jinên li tevahiya dinyayê dibin hedefa êrîşên zayendî yên hevser an jî mirovên li derveyî malbata xwe.

Her wiha li dinyayê ku salane 90 hezar mirov ji ber şer dimirin, di şer de destavêtina li jinê weke ‘amûreke şer’ ji aliyê hin koman ve tên bikaranîn. Neteweyên Yekbûyî kolekirin û revandina jinên kurd ên êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve weke mînakek ji vê yekê re destnîşan kir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji 6 hezar 500 jin û zarokên êzidî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin tenê nîvê wan hatin rizgarkirin.

Şerê sereke yê ku destavêtin li jinan tê kirin şerê navxweyî yê Komara Kongo ya Demokratîk e. ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar