Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bi dehan dayik bi lêdanê hatin binçavkirin

Polîsên dewleta tirk li Amed û Stenbolê careke din êrîşî dayik û malbatên girtiyan kir. Di dema êrîşê de dayik bi lêdanê hatin binçavkirin û polîsan heqaret li dayikan kir

Bi armanca piştgiriya bi zarokên xwe yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, dayik û malbatên girtiyan xwestin li Amed û Stenbolê çalakiyan li dar bixin. Lê dayik rastî êrîşa polîsan hatin û gelek dayik û xizmên girtiyan bi lêdanê hatin binçavkirin.

Di çarçoveya çalakiyên bi girtiyên di greva birçîbûnê de, malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê xwestin li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyekê bidin. Bi vê boneyê jî girse derbasî parkê bû. Polîsan jî derdora parkê bi wesayîtên zirxî dorpêç kiribû û ketin û derketina parkê qedexe kiribû. Di dema daxuyaniyê de polîsan êrîşî çalakvanan kir û gelek kes hatin binçavkirin.

Çalakiya li Stenbolê 

Li Stenbolê jî malbatên girtiyan ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana zarokên xwe û balê bikişînin ser rewşa wan, li ber Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê çalakiya xwe ya nobedê pêk anî. Lê polîsan careke din dayik dorpêç kirin û dayik bi lêdanê binçav kirin. Dayikên ku bertek nîşanî polîsan dan û wiha got: “Em ne ji bo seyranê hatine vir. Zarokên me li girtîgehan dimirin. Em di dîwarê girtîgehê binêrin jî bêhna me dertê.”

Polîsan di êrîşê de bi lêdanê 15 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin derbasî Şaxa Polîsan a Kartaltepeyê hatin kirin. Polîsan di dema êrîşê de heqaret li dayikan kir. Her wiha polîsan dest danîn ser dîmen û wêneyên rojnamegeran. AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar