Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...
Çarşamba - 16 Ekim 2024

Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Bi dengê xwe dawî li xwe sepandin û destwerdana dagirkeran bînin

Perêz Umer diyar kir ku di hilbijatinên parlamentoyê de dengê xwe bidin namzetên dawî li dagirkeriyê û xayintiyê bîne û wiha got: “Em bi dengên welatiyan dikarin rêya desthilatê ber bi rastiyê biguherînin û dawî li xwe sepandin û destwerdana dagirkeran bînin.”

Gelê başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê wê di 20’ê cotmehê de biçin ser sindoqan. Ji hilbijartinê re tenê 5 roj man. Bi giştî 136 lîste û hezar û 191 namzet dê ji bo 100 kursiyan bikevin pêşbirkê. Di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzet.

Yek ji namzetan, namzeta jimare 6 ya lîsteya 129 ya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bazneya Hewlêr ji bo dema 6’emîn ya hilbijartina perlementoya Kurdistan Perêz Umer e. Perêz Umer destpêka axaftina xwe de bê helwestiya parlamento ya demên borî dijî dagirkeriyê ser xaka Başûrê Kurdistanê anî ser ziman û got; “Beriya niha PDK’ê bi rêya sixtekariyan, piraniya parlamentoyê digirt, parlamenterek ku di encama sixtekariyê de bê avakirin jî, wê nekaribe xwedî helwestek nîştimanî be. Eger mirovek di mijara netewî de xwedî helwest be, pêwîstî bi sixtekariyê nîne, armanca desthilatê gendeliye û bi plana dagirkeran hewl daye parlamentoyê bê bandor bike.”

Perêz Umer di dewama axaftina xwe de got ku beşek ji parlamenterên dema borî, piştgiriya dagirkriina xaka başûrê Kurdistanê kirine û di encam de gelek welatiyên sivîl û kesayet şehîd bûne. Perêz got ku parlamenterên dema borî, rê nedidan kesên hatin şehîd xistin jî weke şehîd bên gotin û ev jî êrîşan rewa dike.

Perêz Umer derbarê karê parlamentoyê ya di dema borî de got; “Dema borî rê nehat dayîn ku dagirkeriya dewleta tirk were guftugokirin, lê parlamenterên vê carê wê nekaribin van çar salane di mijara netewî, niştimanî û parastina mafê xelkê de bêdeng bimînin. Ji ber ku ew parlamenter wê bi dengê xelkê biçin parlamentoyê, ji bo wê pêwîste hemû erkên xwe jî bicih bîne.”

Perêz bang li her kesê kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin, ji ber ku hilbijartina vê carê li gorî salên borî cûdaye û wê nekaribin di vê hilbijartinê de sixtekariyê bikin. Perêz ji bo dengdêran got; “Dengê xwe bidin namzetên ku ji bo bidestxistina mafê we şer dikin, deng nedin piştevanên çewisandin, birsîkirin û bazirganên jinan. Em bi dengên welatiyan dikarin rêya desthilatê ber bi rastiyê biguherînin û dawî li xwe sepandin û destwerdana dagirkeran bînin”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar