Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

‘Bi dengekî gelek tişt diguherin’

Parlementerên HDP’ê û namzetên Şaredariya Sêrtê, bang li hilbijêrên bajêr û derveyî bajêr kirin k udi 31’ê adarê de dengê xwe bi kar bînin û gotin ku bi dengekî gelek tişt diguherin

Ji hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê re 9 roj man. Parlementerên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş û namzetên HDP’ê yên Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar, bang li welatiyên ku dengê wan li Sêrtê ne kirin.

Parlementer Meral Daniş Beştaş bi bîr xist ku ji hilbijartina 31’ê Adarê re pir hindik maye û wiha got: “Di 31’ê Adarê de ji bo em qeyûman bişînin û bi awayekî xurt bersivê bidin, divê hûn dengê xwe bi kar bînin. Di 31’ê Adarê de hemû sêrtiyan vedixwînim Sêrtê. Em di 31’ê Adarê de dengê xwe bi kar bînin. Ji bîr nekin, dengên me rûmeta me ne. Sêrt a me ye.”

Parlementer Sidik Taş jî xwest hilbijêrên ji Sêrtê ne û li derveyî bajêr in di 31’ê Adarê de bên Sêrtê û ev tişt anî ziman: “Bila dengê xwe bi xwe re bînin. Çimkî dengek jî ji bo me dengek e. Daxwaza me ew e ku gelê me di 31’ê Adarê de bê Sêrtê. Sêrt a me ye.”

Hevşaredaran bang li sêrtiyan kirin

Namzetê HDP’ê yê Şaredariya Sêrtê Resûl Kaçar da zanîn ku ew di 31’ê adarê de li benda sêrtiyên li derveyî bajêr in û wiha got: “Di 31’ê Adarê de divê her kes xwedî li dengê xwe û vîna xwe derkeve. Ji bo me dengek jî pir girîng e. Em ê di 31’ê Adarê de bersiveke baş bidin. Sêrt a me ye, şaredarî ya me ye.”

Namzeta HDP’ê ya Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik jî ev tişt anî ziman: “Sêrtiyên hêja, bi dengekî pir tişt diguherin. Em dikarên bi dengekî bajarekî, navçeyekê biguherînin. Werin xwedî li dengên xwe derkevin.” SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar