Li Sûriyeyê çi diqewime û divê çi bê kirin

Gelek rojevên pêwîst e werin nîqaşkirin hene… Hevserokên DEM Partiyê, ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê ya dewleta...

Em ê baş şer bikin û teqez encam bigirin

Ez xwedî rêgez û baweriyê me. Bi qasî ku min hêza xwedîderketina hemû jinan û hêza hezkirinê nîşan da, li ser mêrxasiyê jî ez...

Salı - 3 Aralık 2024

Bi derfetên xwe hînî mûzîkê bû û niha şagirtan perwerde dike

Hunermend Ferhat Meleyê 15 sal berê bi dar û tayê tembûr çêkir û dest bi hunerê kir îro li Reqayê 25 şargirtên mûzîkê perwerde dike. Di nava xwendekarên Ferhat de hem ciwanên jêhatî û hem jî kesên temendirêj hene.

Bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re çand û hunera gelên kurd, ereb, suryan, ermen, çerkes û hwd. pêş ket. Bi taybetî pêşketina çand û hunera kurd bi awayekî ber biçav tê dîtin. Hunermendên ku amûrên muzîkê lê didin, îlham didin mirovan û ji bo ku qabiliyetên xwe kişf bikin û pêş bixin alîkar dibin. Bi teşwîqkirina civakê ber bi muzîkê ve, hunera ramana afirîner û xwebaweriya wan zêde dike. Yek ji van hunermendan Ferhat Mele yê ji Kobanê ye. Ferhat ku li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê mamostetiya amûrên muzîkê dike. Ferhat di 15 saliya xwe de bi strana “Bûkê Delalê” li ser tembûra ku bi teneke, dar û tayê çêkiribû dest bi muzîkê kir.

Ferhat 45 salî ye û 30 sal in di nav jiyana muzîkê de ye. Ew li tembûr, saz û ûtê dide. Ligel ku bi veguhestina ezmûnên xwe ji nifşên nû re pêşkeftina çandî misoger dike, çandan jî diparêze. Hîndekarê muzîkê Ferhat Mele bi dayîna dersên saz, tembûr û ûtê 25 kesan fêrî enstrumanên wan dike. Ferhat bi parvekirina azwerî û zanîna xwe ya ji muzîkê re armanc dike ku qabiliyetên muzîkê yên xwendekarên xwe pêş bixe.

Ji bilî hînkirina xwendekaran çawaniya lêdana rast li enstrumanan, girîngiya dîrokî û çandî ya amûrên muzîkê jî tîne ziman. Xwendekar di dersan de hem zanîna teorîk hem jî jîrektiyên pratîkî bi dest dixin eleqeya xwe ji muzîkê re zêde dibe. Ferhat ji bilî dersên taybet ji bo xwendekarên xwe dersên komî jî dide da ku bi hev re bikevin têkiliyê. Bi vî awayî, xwendekar ji çêkirina muzîkê bi hev re kêfê dikin û ji hev hîn dibin û qabiliyetên xwe yên mûzîkê pêş de dibin.

Xwendekarên Ferhat Mele bi dersên ku distînin roj bi roj hezkirin û dilsoziya wan a ji bo muzîkê xurt dibe. Di nava xwendekarên Ferhat de hem ciwanên jêhatî û hem jî kesên temendirêj hene. Ferhat ku yek bi yek li her xwendekarekî/ê xwe xwedî derdikeve û potansiyela wan a muzîkê derdixe holê, armanc dike ku tevkariyê bide çanda gelan. Ferhat ê ku xwendekarên wî yên kurd, ereb û çerkes hene, ji bo hevpariya çandên gelan jî piştgiriyê dide wan û çandên cûda tîne cem hev.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar