Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Azadî ne li ber derî ye

26 sal di ser komploya navnetewî re derbas bûn. 9'ê Cotmeha sala 1998'an Rêber Apo ji Sûriyeyê derket û pêvajoya komployê jî bi vî...

Cumartesi - 12 Ekim 2024

Bi dermanên xwezayî zarokan derman dike

Jina bi navê Uweyş Musa bi salan e ku dermanê xwezayî çê dike, diyar kir ku ew zarokên xwe hemû bi dermanên xwezayî derman kirine û bi saya dermanên xwezayî zarokên wan ji nexweşiyan rizgar dibûn

Jina xwedawend her bi keşifkirina jiyanê hatiye naskirin. Jinan ji xwezaya li derdora xwe pêwistiyên xwe yên jiyanê û bi taybet jî dermanên xwezayî peyda û keşif kirine. Dema em li dîrokê dinêrin jinan bi dermanên xwezayî zarokên xwe derman kirine û ji nexweşiyan parastine. Heta niha jî li gelek welatan hîna jî dermanên xwezayî weke çareseriya yekem a ji nexweşiyan re tên bikaranîn. Di derbarê çêkirina dermanên xwezayî yên zarokan de, jina bi navê Uweyş Musa ku ji gundê Êdiqê yê Kobanê ye, axivî.

Uweyş Musa di destpêkê de behsa dermanên xwezayî dike û ev tişt tîne ziman: “Di demên borî de derfetên me kêm bûn. Malên me hemû ji axê bûn. Ji ber wê me hemû pêwistiyên xwe ji derdorên xwe peyda dikir. Dema ku zarokên me nexweş diketin, me berhemên xwezayî bi kar dianîn. Ax, nebat, tenî û hwd. Zarokên me sûd û fêde jê didît û ji nexweşiyên xwe rizgar dibûn.”

Rê û rêbaza çêkirina dermanên xwezayî

Di berdewamê de Mua bal kişand ser rê û rêbazên çêkirina dermanên xwezayî û wiha domand: “Dema ku zarokên me yên biçûk dişeliqîn, me axa sor bi kar dianî. Di destpêkê de, me hinek ji axa sor a di nav zeviyan de dianî. Ji ber ku laşê zarokan hesas e, me ew ax di qumaşekî re derbas dikir da ku ji kevir û darikan paqij bibe. Paşê jî me ew ax di bin çeng û navranên zarokan dida û roja din me bi sabûn û ava germ ew dişuştin. Zarok paşê rehet dibûn û tiştek bi wan nedima. Her wiha dema ku navika zarokan diket, me teniya reş kom dikir û hinek xwê jî tevlê dikir û bi navikên wan dida. Di heman demê de me teniya sêlê ji bo êşa çavên zarokan jî bi kar dianî.”

Kesên temenmezin tecrûbeyên xwe parve dikirin

Her wiha Uweyş Musa diyar kir ku xwesiya wê ew fêrî çêkirina dermanan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku ez zewicîm min dermanên xwezayî wiha nas nedikir, lê xwesiya min hemû tişt fêrî min kir. Dema ku me digot zarok şeliqîne, digot heger hûn negihêjin, hema di destên xwe de kulmek ax ji keviran paqij bikin û bi zarokan bidin. Yanî xwesiya min ango kesên temenmezin em fêr dikirin û tecrûbeyên xwe bi me re parve dikirin.”  KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar