Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bi destê dewleta tirk li Efrînê fihûş tê kirin

Dewleta tirk çawa ku gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi destê polîs û leşkeran fihûşê dide kirin heman rêbazê li Efrînê jî pêk tîne. Li kamp û gelek deveran fihûşê bi jinan didid kirin û tiryakê didin kişandin

Li Efrînê çend meh in bi destê dewleta tirk fûhûş, narkotîk û karên sîxurkirinê tên kirin

Dewleta tirk piştî ku Efrîn dagir kir li aliyekî demografiya herêmê diguherîne, dewlemendiyê bajêr talan kir û li aliyê din jî fihûşê dide kirin û tiryakê bi pêş dixe.  Li kampa li Qibareyê jinan ji bo fihûş û sîxuriyê perwerde dike

Li gorî nûçeya ku ji aliyê nûçegihanên ANF’ê Bêrîtan Sarya û Hîvda Hebûn hatiye amadekirin dewleta tirk li Efrînê gelek deverên fihûşê vekiriye. Cihê fihûşê ya li taxa Eşrefiyeyê hate vekirin, di bin kontrola MÎT’ê de dixebite û li wê taxê jî çeteyên Cephet El Şamiye hene. Piraniya jinên li wir tên xebitandin, jinên penaber in ên ji Xûtayê hatine anîn. Lê belê jinên kurd jî di nav de hene ku hem ji deverên cuda hem jî ji Efrînê hatine revandin. Piraniya wan jî ji 14 heta 20 salî ne. Her wiha jinên ku bi çeteyan re hatin Efrînê û berê fihûş dikirin, di nava wan de hene.

Kamp bûne navendên fihûşê

Ji bilî van deverên ku bi taybetî ji bo fihûşê hatine vekirin, li kampan, li gundan û li navenda Efrînê û navçeyên wê, jin ji aliyê zayendî ve tên îstîsmarkirin. Li zindanan jî bi zorê fihûş li wan tê ferzkirin.

Bi vê lîstika fûhûşê ya MÎT’ê re, mêrên li van deveran li hev kom dibin ne tenê ji bo komkirina îstîxbaratê tên wezîfedarkirin. Di heman demê de bi destê çeteyan li kampa penaberan a li gundê Qibare yê Efrînê, perwerdeya fihûş û îstîxbaratê didin jinan. Serkêşê vê perwerdeyê jî Xetab El Minxi ye. Piraniya jinên tên perwerdekirin ji Xûtayê hatine û ji eşîra Emêrat a li Cindirêsê ne. Jinên ku li van deveran hatine perwerdekirin, ji bo komkirina agahiyan ber bi navenda Efrînê û Şehbayê tên şandin.

MÎT organîze dike

Rêbazeke din a qirêj a ku dagirker ji bo pişaftinê bi kar tînin, narkotîk e. Li Efrîn û Şehbayê yên hatine dagirkirin, bi rêya çeteyên di kontrola MÎT’ê de ne, hebên narkotîkê tên firotin. Hebên buhayê wan gelekî zêde ye, ji bo li nava civakê belav bibe bi erzanî tên firotin.

Bi dayîna meaş dixin tora xwe

Çeteyên li herêmên dagirkirî yên Şehbayê, ji xizmên xwe yên li Minbicê re dibêjin, “Destpêkê tên maeş didin me. Piştre jî tên madeyên narkotîkê belav dikin. Pereyê ku em werdigirin jî hemû jî li wan diçe.”

Wekî din, hejmara jinên ku ji 18’ê adara 2018’an ve di pêvajoya dagirkeriyê de hatin revandin, nêzî 300 e. Hejmara jinên hatin revandin û qetilkirin jî 150 derbas kir. Li Efrînê 5 zindanên ‘fermî’ yên dagirkeran hene. Li her yek ji wan jî nêzî 30 jin dîl tên girtin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar