Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi destê xwe tirba xwe dikole

Ez ê di vê nivîsa xwe de bi taybet li ser rewşa PDK’ê bisekinim. PDK ji roja ava bûye û heta niha zerarê dide kurdan. Qaşo partiyeke kurdî ye, lê liv û tevgera wê li dijî Kurdistanê ye. Tiştekî erênî ku ji bo Kurdistanê kiribe û em pesnê xwe pê bidin tineye. Ji destpêka avabûna xwe heta niha jî vê siyasetê dimeşîne. Mirov difikire ku ev partî li dijî kurdbûnê hatibe avakirin. Her carê li dijî tevgerên kurdî rabûye û li dijî wan xebitî ye. Vê yekê li rojhilat, başûr, bakur û rojava ceribandiye û hê jî pêk tîne. Lê ev xiyaneta ku PDK li gelê xwe dike heta deverekê ye. Dewleta tirk heta deverekê wê pêre bimeşe û piştre bavêje. Dema ku avêt jî wê ti qîmetê wê li cem kurdan nemîne.

Eger PDK partiyek Kurdî bûya nedibû sedema fermana li Şengalê. Eger PDK partiyek kurdî bûya wê beşdarî konferansa li Lozanê bûya. Eger PDK partiyek Kurdî bûya wê di şoreşa Rojava de piştevan bûya. Bi vî rengî em dikarin gelek mînakan bidin. Lê ev çend mînakên rojevê bûn. Niha rewşa ku PDK têde ye gelek xeter e. Xeteriya mezin ji bo PDK’ê bi xwe ye. PDK hevkariyê bi dewleta tirk re dike. Ev dewlet jî her rojê qirkirin û dagirkeriyê li welatê me pêş dixe. Lê PDK bi wan re dimeşe û rê dide pêşiya wan. Ma Kurdîtiyek wiha heye gelo? Mirov bi destê xwe li ber xwe xera bike û bi destê xwe tirba xwe bikole. Ev tişt tenê li cem PDK’ê heye.

Bi fermana Şengalê re rûyê qirêj ê PDK’ê derket pêş çavan. Êdî her kesî fêm kir ku PDK dijminê qewmê xwe ye. PDK bû sedem ku bi hezaran jinên êzidî werin revandin û li bazarên koleyan werin firotin. PDK dibe sedem ku kurd nebin yek û neyên cem hev. Vê nokeriya xwe li her çar aliyên Kurdistanê pêk tîne. Ji roja ku şoreşê li Rojava dest pê kiriye û heta niha dijminatiyê dike. Li dijî şoreşa Rojava dixebite û bi dewleta tirk re hevkariyê dike. Li rojhilatê Kurdistanê bû sedem ku şoreş pêş nekeve û tevgerên Kurdî qels kirin.

Zerara ku PDK dide Kurdan ne tenê li rojava û rojhilat e. Li başûrê Kurdistanê jî civakê ditepisîne. Ji bo ku civak perwerde nebe û pêş nekeve şerekî taybet dimeşîne. Çawa ku dewleta tirk li welatê xwe vê yekê dike, li başûr jî PDK û Barzanî vê yekê dikin. Eger li başûr aramî hebûya wê bi hezaran ciwan nebûna koçber û penaber. Lê her salê bi hezaran ciwanên ji başûr derdikevin derveyî welat. Ji ber siyaseta PDK’ê û Barzaniyan direvin. Kesên dengê xwe derdixin jî têne girtin û revandin. Siyaseta niha ya li başûrê Kurdistanê tenê di xizmeta dewleta tirk de ye. Tiştekî bi navê Kurdîtiyê û Kurdistanê xuya nake. Ewqas derfet hene, lê dîsa jî xizmeta ji bo gel tineye. Rayedarên PDK’ê û yên li ser desthilatdariyê ne, tenê dizanin bixwin û bidizin. Pereyên gel didizin û talan dikin.

Ev siyaseta ku PDK dike heta derekê ye. Dewleta tirk jî niha ji xwe re wê bi kar tîne. Piştî bi demekê wê bavêje. Ji bo dewleta tirk Kurdên baş û nebaş tineye. kurd her kurd e û divê were tinekirin. Ev siyaseta dewleta tirk e û sedê salan jî bi vî rengî ye. Lê PDK çima ewqasî xulamtiyê ji wan re dike nayê qebûlkirin. Ji serî heta binî PDK ketiye bin xizmeta dewleta tirk. Erdogan çi dibêje li gorî wê tevdigerin. Her kes jî dizane ku dewleta tirk ji bo PKK’ê vê yekê dike. Eger PKK nebûya ewqasî bi PDK’ê re nedimeşiya. PDK’ê ji xwe re bi kar tîne û li dijî PKK’ê dixe meriyetê. Ev rûyê qirêj ê PDK’ê divê were teşhîrkirin. Divê her kes zanibe ku PDK di xizmeta dagirkeran de ye. Tiştekî ku ev partî bide Kurdan tineye. Divê ev yek ji her kesî re bê gotin û dubarekirin. Di dîrokê de tirkan her carê hin nokerên Kurdan ji xwe re bi kar anîne û piştre avêtine. Niha jî dora PDK’ê ye. Piştî bi demekê wê dora wê jî were. PDK jî ketiye wê rewşê ku bi destê xwe tirba xwe dikole.

Nûçeyên Têkildar