PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Bi dirûşma ‘Em jiyanê ji nûve ava bikin’ xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin

Endamên Tora Parastina Jinan îsal bi dirûşma ‘Em jiyanê ji nûve ava bikin’ xwe ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê amade dikin.

Ji torê Buse Uçer der barê plansaziya 8’ê Adarê de axivî û diyar kir ku bi jinan re hatine cem hev û gelek xebat meşandine û wiha got: “Me kampanya xwe ya 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘em dixwazin bidin jiyîn’ rêxistin kiribû. Derdê me ne tenê bêhngirtine. Em dixwazin ku li her qadê bêjin em dixwazin jiyaneke nû ava bikin.”

Uçer destnîşan kir ku bi nêzîkbûna 8’ê Adarê re ji bo tundî û kuştinên jinan bidawî bibin çalakiyên xwe didomînin û got ku îsal jî buroşurên ku Peymana Stenbolê, qanûna 6284 vedibêje, jin li dijî tundiyê dikarin xwe çawa biparêzin belav kirine û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoya ku em xwe ji bo çalakiya 8’ê Adarê amade dikin de dixwazin jinan di bernameyên xwe yên Mor Mekan de bînin cem hev. Bi mijara ‘mafên jinan çi ne?’ bi hevalên parêzer re wê perwerdehiya me hebe. Me lihev kiriye. Ji ekolojiyê heta xebatên jinan me kom ava kirin. Li ser van komên xebatên em li Mor Mekan nîqaşên grevek mezin a femînîst dikin. Em bi greva femînîst tên. Belkî em îsal berfireh nikarin xwe rêxistin bikin lê di 2021’ê de bila her kes bipê, daxwaza me ya rêxistinkirina greveke mezin a femîst heye.”

‘Jin wê piştperdeyan ji holê rabike’

Di axaftina xwe de Uçer da xuyakirin ku jinan bi têkoşîna xwe, polîtîkayên AKP’ê şûnde xistiye, bi darazê şûnde gav daye avêtin û têkoşîna jinan a di doza Şule Çet de mînak da û wiha got: “Bûyerên Rabîa Naz û Gulistan Doku hene. Ev bûyer ne zelal in. Em jin ji bo van piştperdeyan rabikin tên. Em ji bo heqîqetê derbixin tên.”

‘Em banga meş û mîtîngê dikin’

Her wiha Uçer diyar kir ku divê li her derê Tirkiyeyê jin teqez biçin çalakiyên 8’ê Adarê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li Enqereyê di 8’ê Adarê de bi Platforma Jinan a Enqereyê re meşekê pêk bînin. Ji Kolejê heta Kolana Sakaryayê wê meş pêk bê û saet di 14.00’an de dest pê bike û li Qada Sakaryayê jî dê mîtîng pêk bê. Em jinan dipên Mor Kena û nîqaşên meşa şevê ya femînîstan.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar