Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bi dirûşma ‘Jin giyana çandê vedijînin’ em ê têkoşînê bidomînin

Nêrgiz Ismayil | 

Ji 2011’an heta vê kêliyê gavên gelekî girîng hatine avêtin û şoreşa ku di nava şoreşê de heta dawî bi kurahiya xwe ya bîrdozî bi bandor berdewam dike. Her çendî zehmetiyên giran jî di bin pergala şer de têne meşandin jî lê belê ji ber ku jinên kurd bi bîrdoziya rizgarkirinê jinan gavên xwe yên şoreşî diavêjin, hemû gav ber bi avakirina civakeke demokratîk ve diçe. Lewra sala 2021’an jî bi projeyên nû ji bo azadiya jinan dibe sala gavavêtinên hêja. Yek ji wan projeyên ku her sal pêk tên, mîhrîcana wêje û huner e ku li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyayê pêk tê. Mîhrîcan di 1 – 2’ê adarê de pêk tê û dewlemendiya hunerên jinan tên pêşkêşkirin. Ji bo ku em baş bizanibin ka mîhrîcan îsal çawa hatiye amadekirin, me yek jê endama komîteya amadekar Efaf Heskê re hevpeyvînek kir û em di nava atmosfera mîhrîcanê de bûn.

Nêrgiz Ismayil: Li tevahiya jinan ev mîhrîcan pîroz be. Hûn wekî komîteya amadekar di komîteya mîhrîcanê de cih girtin, di kîjan çarçoveyê de we amadekariyên xwe kir û ev mîhrîcan ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tê çi wate yê?

Efaf Heskê: Em wekî komîteya amadekar ji niha ve 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Em dixwazin xwedî li 8’ê Adarê derkevin. 8’ê Adarê ne tenê rojeke xemgîniye, di heman de rojeke berxwedanê ye, ne tenê ji bo jinên cîhanê ji bo jinên kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê. Ev demeke me amadekariyên vê mîhrîcanê kirin ji xwe ev mîhrîcana 6’emîn e ku em li dar dixin. Dirûşmeya me jî diyar e ku em di bin siya wê de dimeşin; ‘jin giyana çandê vedijînin’.  Mîhrîcana me her sal di navber 1-2 adarê de tê lidarxistin. Di van her du rojan de em biharê pêşwazî dikin, 8’ê Adarê pêşwazî dikin ji bo me jî hem bihar hem 8’ê Adarê jiyan û azadiyê bi hev re tînin.

Nêrgiz Ismayil: Armanca sereke ya mîhrîcana we çi ye?

Efafa Heskê: Bi rastî her sal em bi armancekê û gelek armancan vê mîhrîcanê pêşwazî dikin. Mîhrîcana me jî xwedî wateyeke gelekî girîng e ku em dixwazin xwe bigihînin gelek jinan. Jinên nivîskar, şêwekar, ên karên destan dikin wekî din jî şano têne pêşkêşkirin, stran û axaftin. Em dixwazin ku jin çiqasî xwedî huner in, çi hunera hestan çi hunera destan li vê derê em bikaribin malê hemû civakê hîn dewlementir bikin. Şoreşa rojavayê Kurdistanê jî ev derfet heta hûn bibêjin derfet da me. Maye li ser milê me ku em jin çi jinên ereb, kurd, ermen, suryan û çi milet bin pevre bikaribin wê dewlemendiyê zindî bihêlin. Dema em dibêjin hunera jinan, bi rastî jin sînora hunerê li gel wê tune ye lê belê  ev hunera wê beriya 5 hezar salan hatiye tepisandin. Em li dijî vê tepisandinê ne. Yanî Rêber Apo rêhevalê jinan, di her aliyan de derfeta azadiyê daye me divabe em jî bikaribin ji bo ku jin derbsî astên herî bilind bibin, kedê bidin û têkoşîneke hevpar ava bikin.

Nêrgiz Ismayil: Gelo li gorî salên berê cudahî çi ye?

Efafa Heskê: Dikarim aşkera bibiêjim ku dewlemendî hîn zêdetr bûye. Tevlibûna gelek jinan di vê mîhrîcanê de çêbûn. Bi rastî gelekî balkêş bû ku jinên ereban bi gelek hunerên xwe yên destan hatin û beşdar bûn. A niha em li vê holê meyze bikin em bibînin ku rengê 8’ê Adarê ji niha ve xuya dikin. Ev cihê şehaziyê ye ku jin li ku derê deriyekî bibine dikarin lê hebûna xwe ava bikin û wan pîvanên civakê yên paşketî jî derbas bikin. Em dixwazin ev dirûşma baş bê nasîn ku jin xwedî cîhaneke gelekî dewlemend in û dikarin hebûneke civakî li ser pergaleke demokratîk ava bikin. Ji ber wê yek dikarim bibêjim ku cudatî nîne lê dewlemendî hîn zêdetir e. Ev dewlemendî dihêle em heta dawî bikaribin bigihêjin wê baweriyê ku bi jinan giyana jiyanê zindî dimîne. Niha kurtefilm tê pêşkêşkirin, tabloyên şêwekarî, hunerên destan, yanî mîhrîcana me kombûyîna huner û wêjeya hemû jinên Rojhilata Navîn e. Ev mijar ji bo me cihê serfirazî û şehnaziyê ye ku em wekî jinên kurd bikaribin bibin pêşengê jinên hemû cîhanê.

Nêrgiz Ismayil: Di meha adarê de derveyî mîhrîcana we ya wêje û hunerê gelo dê çalakiyên din hebin an na?

Efaf Heskê: Bêguman ne tenê di meha adarê de em ê di hemû deman de xwedî proje bin. Me biryar girt dê heta dawiya adarê cil û bergên xwe yên çandî li xwe bikin. Jin reng û dengê xwe di her qadan de bide nişandan. Em jî vê berpirsyariyê hildigirin ser milên xwe û em dixwazin jin bi xwezaya xwe di hemû qadên jiyanê de hebe. Jixwe heta 8’ê Adar û Newrozê jî dê çalakiyên me yên cur bi cur berdewam bikin. Ji ber ku me dest bi rêka azadiyê kiriye û em ê nesekinin. Ji ber ku me berê xwe daye rojê û em ê bi ronahiya wê ber bi azadiyê ve bimeşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar