Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi êrîşan nikarin bi YPJ’ê

Şervanên YPJ’ê Ronahî Xebat û Dîcle Tirbespiyê der barê armancên êrîşên dewleta tirk de axivîn. Şervanên gazî diyar kirin ku êrîşên balafirên bêmirov ên bombebarkirî ji bo têkbirina Şoreşa Rojava û hilanîna tola DAIŞ’ê tên kirin.

Ronahî Xebat 3’ê sibata 2022’yan li gundê Xerezê yê li ser rêya Amûdê-Dirbesiyê, dema ku diçû merasîma spartina hevrêyên xwe li axê, di êrîşa dewleta tirk a bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî de birîndar bû û lingekî xwe wenda kir. Şervana YPJ’ê Ronahî ku di temenê biçûk de bi rêya malbata xwe têkoşîn nas kir, li Serêkaniyê, Cezaa, Mebrûka, Reqa, Tebqa û Minbicê di gelek pêngavan de li dijî DAIŞ’ê şer kir.

Şervana YPJ’ê Ronahî wiha qala wê pêvajoyê kir: “Sala 2013’yan li Serêkaniyê min li dijî El Nûsra şer kir. Armanca Cephet El Nûsra ya di vî şerî de dîlgirtina şervanên jin bû. Bi vê hovîtiyê êrîşî me dikir, lê belê di nava şerê giran de weke şervanên YPJ’ê me bi rengekî mezin li ber xwe didan. Me ji xwe bawer kir û bi fikir û îradeya xwe li dijî çeteya ku ji mirovahiyê bêpar mabû şer kir, me pêngava xwe bi ser xist. Piştî demeke kurt sala 2014’an Pêngava Şehîd Rûbar destpê kir û tev li vê pêngavê jî bûm. Me şervanên YPJ’ê hêza îradeya jinan nîşanî dost û dijminan dan. Li gel nêrîna zayendîperestiya civakî jî me şervanên jin raxist pêş çavan ku li hemberî vê hovîtiyê em çawa dikarin şer bikin. Gelek hevalên me heta nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn. Li Cezaa û Mebrûka jî me bi mezinî şer kirin. Bi moral û motîvasyona xwe me ev pêngav bi serketî bi encam kir. Piştre jî tev li pêngava rizgarkirina Reqayê bûm. Reqa ji bo DAIŞ’ê cihekî girîng bû. Pêngava rizgarkirinê nêzî 5 mehan dewam kir. Ji wesayitên bombebarkirî heta bi her cure rêbazên hovane, êrîşî me kirin. Di vê pêngavê de min careke din hêza me dît. Îrade û hêza me ne dîwareke ku hilweşe, ne hesineke ku bişikê, ne kevireke ku biderize. Em hêz û îradeya xwe ji felsefeya Rêber Apo digirin.

Tirkiye tola DAIŞ’ê hiltîne

Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser Girtîgeha Sînaa ya li Hesekê. Tevî yên li girtîgehê xwestin ku bi komkujiyeke mezin Hesekê dagir bike. 121 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Ez jî dema diçûm merasîma hevrêyên xwe yên şehîd ji bo spartina axê, di 3’ê sibata 2022’yan de li gundê Xerezê yê navbera Amûdê-Dirbesiyê bi êrîşa balafirên bêmirov ên bombebarkirî birîndar bûm, min lingekî xwe ji dest da. Li gel min 2 hevalên jin û hevala wesayit diajot, tiştek bi wan nehat. Dewleta tirk hewl da bi rêya vê êrîşê tola biserneketina hewldana revandina DAIŞ’ê ya ji Girtîgeha Sînaayê hilîne. Dewleta tirk bi rêya vê êrîşê xwest serketina xwe ji tevahiya cîhanê re ragihîne, lê belê ez çiqasî bi giranî birîndar bûm jî min dest ji têkoşînê berneda. Her kes dixwaze armanca vê êrîşê hîn bibe, lê belê cîhan tev zane ku armanc û daxwaza dewleta tirk a dagirker çi ye. Tenê derdekî Erdogan heye; dixwaze mirovên ku pêşengî ji têkbirina DAIŞ’ê re kirine îmha bike, DAIŞ’ê ji nû ve bi rêk û pêk bike. Têkoşîna me nû nîne, bi salan e em têdikoşin. Ji ber vê yekê em ê tu carî ji têkoşîna xwe venegerin.”

Dîcle Tirbespiyê hem dayik e hem şervan

Dîcle Tirbespiyê dayika zarokekê ye û cihê xwe di Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê de digire. Ji dema ku bi rola jinan ya di nava şoreşê de hesiya û vir ve di nava refên YPJ’ê de ye. Şervana YPJ’ê tev li pêngavên rizgarkirina Til Hemîs, Til Berak, Cezaa, Hesekê, Kobanê, Girê Spî, Silûk, Minbic û Şengalê bû. Di 3’ê gulana 2022’yan de li Qamişloyê bû hedefa êrîşa dewleta tirk a bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî. Li ser wê kêliyê wiha axivî: “Dema ku bi hevrêyên xwe yên bi navê Kesra Melek, Mizgîn Botan û Dîlan em diçûn wezîfeyekê, li Qamişloyê êrîşî me kirin. Di vê êrîşê de şervana YPJ’ê Mizgîn Botan û welatparêz Kesra Melek ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Di heman êrîşê de min herdu lingên xwe ji dest dan.

Em ê dest ji parastinê bernedin

Dewleta tirk bi vê yekê baş zane; li cihê ku jin lê heye azadî, jiyan, wekhevî û edalet heye. Dewleta tirk dixwaze di şexsê jinan de Şoreşa Rojava tune bike. Ya ku bi serê me hat ne ya destpêkê ye. Dewleta tirk beriya niha gelek caran êrîşî jinên li vê xakê kir. Dewleta tirk bi êrîşên balafirên bêmirov ên bombebarkirî ji fermandarên giştî yên HSD û YPJ’ê Sosin Bîrhat, Ronahî Kobanê, Dilar Heleb, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan qetil kir. Dewleta tirk dixwaze gelê Rojava qir bike, bi vê armancê rojane êrîşî xelkê sivîl dike, komkujiyan dike. Weke şervanên YPJ’ê çi dibe bila bibe em ê dest ji parastina gelê xwe bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar