Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi êş û hesret li benda windahiyên xwe ne

Nûnerên ÎHD’ê û xizmên windayan yên Amed û Êlihê û her wiha Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe vê hefteyê jî berdewam kirin û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyan de hat gotin ku tevî ew qas sal derbas bûye jî lê hêj êşa windayan derbas nebûye

Xizmên windayan ên Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên vê heftê jî pêk anîn.

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 562’yan de li pêş ÎHD’a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn.

Sekretera ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Acer di çalakiyê de anî ziman ku mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mafê mirovan e û wiha got: “Bûyerên dibin sedema şerme didomin. 82 sal berê li Dêrsimê, ji salên 1990’an heta niha hêj didome. Ev şerm hêj didome. Îhlala mafê jiyanê hêj didome. Hêj cenazeyan nadin malbatan.”

Acer destnîşan kir ku bûyerên pêk tên li gorî bawerî, hiqûq û wijdanê jî nayê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “Ev tiştên pêk hatine li gorî hiqûqê, baweriya olî, pîvanên civakê û nirxên mirovahiyê nayên qebûlkirin. Hemû sedema şermê ne. Em van tu carî qebûl nakin. Dema Seyîd Riza bi darvekirin, berî darvekirinê got ‘Eyb e, şerm e, cînayet e.’ 82 sal di ser komkujiya Dêrsimê re derbas bû. Em wan bi hurmetî bi bîr tînin.”

Piştî axaftinê aqûbeta Alî Tekdag ê di sala 1994’an de li Amedê hat revandin û windakirin hat pirsîn.

Li Êlihê aqûbeta Siddik Kaya hat pirsîn

Li Êlihê jî parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 468’an de daxuyanî dan. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Sidik Kaya yê di 20’ê mijdara 2002’yan de li gundê Karapinarê hat binçavkirin û hat windakirin pirsîn.

37 sal derbas bûn lê hêrsa min neqediyaye

Dayikên Şemiyê bi daxwaza lêpirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujeran di hefteya 764’emîn de çalakiya xwe li dar xistin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên Mustafa Asim Hayrullahoglu yê di 1983’yan de binçavan de hat qetilkirin pirsîn.

Daxuyaniya vê hefteyê li ser navê Komsîyona Windayan a ÎHD’a Stenbolê Masîde Ocak xwend û cih da gotinên dayika Hayrullahoglu, Feyziye Hayrullahoglu ya di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest da. Ocak anî ziman ku Hayrullahoglu bi nasnameya xwe çepgir dihat nasîn, di 34 saliya xwe de bi îşkencekirina li qereqaola polîsan a li Stenbolê hat qetilkirin û wî li goristana bêkesan defin dikin. Ocak diyar kir ku ji bo dîtina kujerên Hayrullahoglu bêhiqûqî li ser bêhiqûqiyê pêk hatin û tevî hemû serlêdanên hiqûqî jî lêgerîna malbatê bêencam hatine hiştin.

Piştî Ocak, hevjîna Hayrullahoglu, Aynûr Hayrullahoglu axivî û wiha got: “37 sal derbas bûn. Ev 37 sal in ez bi heman êş û hesretê li benda wî me. Min qebûl nekir û ez ê qebûl nekim. Çimkî qatilên wî hatin berdan. 37 sal bû lê hêrsa min neqediyaye. Min hevjînê xwe û hevrêyê xwe winda kir. 37 sal derbas bû hêj dilê dayikan, hevjîn û zarokan dişewite.”

Piştî hevjîna Hayrullahoglu, nameya parêzerê malbatê Ergîn Cîrmen şand çalakiyê ji aliyê Ahmet Cîhan ê birayê winda Suleyman Cîhan ve hat xwendin.

Seyîd Riza û Ahmet Kaya jî bi bîr anîn

Dayikên Şemiyê piştî xwendina nameyê li aqûbeta gora Seyîd Riza û gorên hevrêyên wî pirsîn û di 19’emîn salvegera koça dawî ya hunermend Ahmet Kaya de wî bi bîr anîn. AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar