Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em ê bi fikrên Rêber Apo bi ser bikevin’

Ji şêniyên rojavayê Kurdistanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin Xalid Mixtar qala serpêhatiyên xwe kir û diyar kir ku ew ê bi fikrên Abdullah Ocalan bi ser bikevin.

Ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtin, pê re man, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivîn.

Yek ji wan jî Xalid Mistar e ku dema Abdullah Ocalan li Sûriyeyê bû, ew li Helebê dima. Xalid Mixtar dema ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê dibe wî dibîne, lê wî nas nake û qala wê kêliyê kir: “Kesê bi navê Etem ji Bakur derbasî Rojava bû. Hem mirovê min e, hem jî hevalê min e. Ji min re qala partiyê kir. Lê weke her Kurdekî ku di nava pençên qirkirinê de winda bû, min bawer nedikir ku em dîsa rabin û jinûve bibin xwedî şoreşê.”

Xalid Mixtar anî ziman ku Ethem wê demê 2 heval pê re şand Helebê û wiha got: “Rojekê hevalek bi xwe re anî û got, ‘Ev heval divê tu li wî baş miqate be, ji ber ku giranbuha ye’. Rojekê min ji wî hevalê pirsî û min got, ‘Êdî kurd li Tirkiyeyê mirî ye, her kes bi zimanê tirkî diaxive, te çawa ev doz rakir?’ Ji min re got, ‘Min rewşa kurdan didît ku êdî tên qirkirin. Min li radiyoya Erîvanê li stranên kurdî guhdarî dikir. Dayik û bavê min kurd in. Ev hemû ji bo min bû hêza têkoşînê û min destpê kir’.”

Xalid Mixtar wiha qala çavdêriya xwe ya wê demê kir: “Rêber Apo 24 saetan di nava lêgerînê de bû. Radiyoyeyeke min a biçûk hebû. Rêber Apo timî li nûçeyan guhdarî dikir. Destpêkê min digot qey hevaleke. Lê min nizanîbû ku Rêberê me ye. Hêdî hêdî min di liv û tevgera wî de fêhm kir ku hevalekî mezin e.”

Xalid Muxtar anî ziman ku ew heyvekê bi hev re man, ji bo wî pênaseya wê heyvê nayê kirin û wiha dewam kir: “Piştre Rêber Apo derbasî Şamê bû. Piştî du salan ez çûm deveyî welat. Hevalekî min ji Efrînê kovarek anî bû. Dema min vekir, wêneyê wî dît ku em bi hev re mehekê mabûn. Min hingî fêhm kir ku Serokê me ye. Ez wê demê gelekî matmayî mam.”

Xalid Mixtar bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û diyar kir ku dewletên serwer ji fikra Rêber Abdullah Ocalan ditirsin. Xalid Mixtar destnîşan kir ku ew ê bi fikra Rêber Ocalan bigihêjin serketinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar