Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bi gefan malbatan dibin ber deriyê avahiya HDP’ê

Derket holê ku dewleta tirk bi gefan û darê zorê hîn malbatan biriye ber deriyê avahiya HDP’ê 

Malbatên ku îdia dikin ku HDP’ê zarokên wan birine çiyê, bi destê Wezareta Karên Hundir li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatibûn rûniştandin. Ji van malbatan hîn çend jê li ber avahiya partiyê ne. Çendî ku çapemeniya îktîdarê bibêje ji 3’yê Îlona 2019’an heya niha hejmara malbatan her diçe zêde dibe jî, lê belê hejmara li ber avahiyê 10-15 kes in.

Li gel vê komên taybet ên midûriyeta polîsan û cendirmeyan jî, li malbatên ku zarokên wan çûne çiyê digerin. Ev koma taybet, ji bo hejmara koma li ber avahiya partiyê zêde bike gefan li malbatan dixwin, malbatan şantaj dikin an jî soz didin wan ku dê wan bixin karekî.

Yek ji van malbatan jî li navçeya Misircê ya Sêrtê malbata Başal e. Halîme Başal a 80 salî ku li gundê Besewanê dimîne, kurê wê Zahîr Başal di sala 1992’yan de tev li PKK’ê bûye.

Gef lê xwarin

Li gor agahiyan hin peywirdarên dewletê di serê meha adarê de çûne cem malbatê. Ev kes, gef li Halîme Başal û kurê wê keyayê gund xwarine û ji wan xwestine ku biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê.

Piştî van gefan dayik Başal, tevî kurê xwe yê keya di 4’ê adarê de çûye Amedê ber avahiya partiyê. Piştî du rojan gava malbat xwestiye vegere gund, vê carê pere teklîfî wan kirine, lê ji ber ku dê û law qebûl nekiriye, cardin gef hatine xwarin ku dê qeyûm tayinî şûna keya bikin. Lê belê dê û law guh li gefan û pereyan nekirine û vegeriyane gundê xwe. SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar