Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi gerîlayan re wênekişandin şeref e’

Yek ji parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen ragihand ku weşandina senaryoya mikurhatina girtiyan di bin zextên çekan de bû û got ku sûcdarî bê bingeh in. Hesen destnîşan kir ku wênegirtina li gel gerîla ne sûc e, şefer û şanaziyek mezin e

Navenda Nûçeyan |

Di 4’ê Adarê de, Dezgeha Ewlehiyê ya Hewlêrê bi navê Encûmena Asayîşê dîmenek parve kir ku bi rêya kamareyên veşartî îfadeya çend çalakvan û rojnanemegerên di bin çavan de tomar kiriye. Weke belge li dijî wan bi kar anî. Di nav de bênavber wêneyên wan çalakvan û rojnamegeran ên li gel gerîla bi kar anî, weke sûcek mezin destnîşan dikin.

Yek ji parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen têkildarî weşandina dîmen û girtina wêneyên li gel gerîla ji ajansa Rojnewsê re axivî û wiha got: “Weşandina wê senaryoyê ne yasayî ye. Ji ber ku hîn derbarê wê biryarê de Dadgeha Temîzê biryara dawî nedaye. Her wiha li ser binçavkirina rakirina çekê û di bin zextan de mikûrhatin nêzîkbûnek serdema şerê navxweyî ye. Di qonaxa yekem de Serokê Hikûmetê bi daxuyaniya xwe Dadgeha Hewlêrê neçarî xwe kir. Dubare bi vê senaryoyê dixwazin Dadgeha Temîzê jî neçarî xwe bikin.”

Beşdar Hesen aşkera kir ku sûcdariya girtiyan bêbingeh e û wiha domand: “Weke parêzek dixwazim rojekê ligel gerîla wêne bigirim. Mixabin heta niha ev şeref û şanaziya mezin bi dest min neketiye. Tenê dewleta tirk gerîla weke terorîst bi nav dike, ger gerîla nebûya wê DAIŞ biketa bajarên başûrê Kurdistanê. Me biryara dadgehê û weşandina vê senaryoyê îtiraz kir. Ji serî heta binî neyasayî ye. Daxwazê ji dadwerên birêz ên Dadgeha Temîzê dikin ku nekevin li jêr bandoriya vî dîmen û desthilatê. Biryarek dadperwerî bidin.”

Di 16’ê Sibatê de Dadgeha Ceza ya Hewlêrê bi îdiaya ‘sîxûrî û têkdana aramiya Herêma Kurdistanê’  ji bo her yek Şêrwan Şêrwanî, Umêd Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa 6 sal cezayê girtîgehê birî. 17’ê Sibatê de li dijî biryarê û rewşa xerab a girtîgehê her 5 rojnameger û çalakvanan dest bi greva birçîbûnê kirin û hîn derbarê rewşa tenduristiya wan tu agahî nehatine bi destxistin.

Daxuyaniya KCK’ê

Komîteya Pêywendiyên Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di 5’ê Adarê de li ser mijarê daxuyanî da û wiha got: “Roja 4’ê Adara 2021’an dezgeha Parastinê ya PDK’ê li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê raporek dîtbarî belavkiriye ku qaşo çend ‘tawanbar’ mikur hatine ku pêywendiya wan bi PKK’ê re hebûye û xwestine provakasyon bikin.

Ew dîmen rastî gelek bertekan hat û di yekemîn gav de piraniya sazî û rêxistinên girêdayî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê fermîbûna wê rapora dîtbarî red kirin û ragihandin ku haya wan ji raporekî wiha nîne. Di vê baweriyê de ne ku ew azadîxwazane ji ber fikir û ramanên azad û karê rojnamevaniyê ji aliyê Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ve weke dîl hatine girtin û hemû ew mikurhatinan di bin zextek bê exlaq ê dezgeha Parastinê de ji wan hatiye girtin û wijdana hişyar a gelê me tu carî bi wan senaryoyane bawer nake.”

Parvekirina ne yasayî ne

Hêjayî gotinê ye ku  Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji 5 kesan pêk tê; sê endam a Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û 2 endam jî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne. Hersê endamên Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihandin ku dîmen bê agahiya wan hatine parvekirin, agahiya wan jê nîne, red dikin û neyasayî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar