Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi geşkirina pêngavê mirov dikare dawî li lîncan bîne’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên nijadperestî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bingehê ji êrîşên nijadperestiyê re amade dike û destnîşan kir ku bi xurkirina pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye’ dikare dawî li van êrîşên nijadperestiyê bê anîn.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Kurdên bi salan e li Tirkiyeyê dijîn, ji bo kar çûne Tirkiyeyê, yan jî li zanîngehên wan dixwînin, dibin hedefa êrîşên nijadperestiyê. Ev êrîş bi giranî jî bi şêweyê lînçkirinê rû didin. Bi kêrê, bi çekê gelek caran kurd tên kuştin. Beriya çend mehan ciwanekî kurd li Enqereyê ji ber ku li strana kurdî guhdarî kiribû, hatibû kuştin. Vê dema dawî li Sakaryaryê êrîş birin ser jin, zarok, extiyarên kurd. Herî dawî li Afyonê ciwanekî kurd ji aliyê êrîşkarên nijadperest ve hate kuştin. Ev êrîşên li Tirkiyeyê li dijî kurdan tên kirin, hatine asayîkirin û ji rêzê tên nîşandan. Ev bûyerên kuştinê ku li deverên cuda yên cîhanê gelekî cidî tên dîtin, ji aliyê dewleta tirk ve hatine asayîkirin. Tevî ku di sedan êrîşên wiha de gelek kurd hatine kuştin jî kujer nehatine cezakirin.

Desthilatdar êrîşan teşwîq dike

Li Enqereyê zext li malbata wî ciwanî kirin ê ku ji ber guhdarîkirina strana kurdî hatibû kuştin û bi vî rengî kirin ku malbat îfadeyeke cuda bide. Ya ku bingehê ji van êrîşan re amade dike û teşwîq dike, polîtîkaya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî kurdan e. Desthilatdarî polîtîkayeke welê li dijî kurdan dimeşîne ku li ber çavê tirkên ketine bin bandora şovenîzmê, kurd sûcdarên gengaz in. Kurdan bi giranî weke terorîst dibînin. Ger desthilatdariya AKP-MHP’ê her roj HDP’ê weke rexistineke terorê nîşan bide, hingî wê asayî be ku tirkekî ji rêzê kurdan weke dijmin bibîne. Dema ku mohra cihêkarî û terorîzmê li têkoşîna demokasî û azadiyê ya kurdan hate xistin, hingî wê lîncên bi vî rengî û bûyerên kuştinê her tim rû bidin.

Êrîşên lînçkirin û kuştinê ji aliyê îstîxbaratê ve tê plankirin û pêkanîn

Faşîzma AKP-MHP’ê zemînê ji van êrîşan re çêdike, êrîşan teşwîq dike. Piraniya êrîşên lînçkirinê û kuştinê ku weke êrîşên nijadperestiyê tên pênasekirin, ji aliyê rêxistinên îstîxbaratê ve tên plankirin û bicihanîn. Ev êrîş weke parçeyek ji polîtîkaya zext, kontrolkirin û qirkirina civaka kurd tên kirin. Polîtîkaya qirkirinê êrîşên kuştinê yên bi zanebûn û plankirî ne. Bi şovenîzma sorkirî mirovên tirk dixin vî halî; piştre jî wan bi rêxistin dikin û berê wan didin kurdan. Kurdên ku daxwaza nasname, ziman, çand, rêveberiya xweser û jiyana demokratîk û azad dikin, bi vî rengî dixwazin zextê li wan bikin, bitepisînin û bikin ku serî li ber qirkirinê bitewînin. Lewma ji bilî çend heban, piraniya van êrîşan ji aliyê îstîxbaratên MÎT û polîsan ve tên birêxistinkirin.

Teqez ev êrîş birêxistinkirî û bi plan in. Wê demê berxwedana li hemberî van êrîşan bi rêxistinbûn û xweparastinê ya kurdan dikare pêk were. Divê gelê kurd bibîne ku ev êrîş bi plan in û li hemberî vî tiştî tevdîra xwe bistîne. Bêguman tevdîra mayinde ev e ku mirov li Tirkiyeyê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê têk bibe, Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad pêk bîne. Ji ber vê jî divê bi xurtî em tev li pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya ‘Faşîzmê hilweşîne, demokrasiyê ava bike û edaletê pêk bîne’ ku ew ê tevî gelê kurd û hêzên demokrasiyê yên tirk pêk bîne. Bi xurtkirina pêngava demokratîk û şoreşger a bi navê ‘Tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bi dawî bike, azadiyê pêk bîne’ mirov dikare van lînç û kuştinan bi dawî bike. Li Tirkiyeyê heta ku faşîzm neyê hilweşandin, demokrasî pêk neyê, ne mumkun e ku mirov van êrîşan bi dawî bike.

Divê were zanîn ku li Tirkiyeyê ji aliyê dewletê ve li her derê polîtîkaya êrîşên wisa tên birêxistinkirin, divê kurd jî li her derê xweparastina xwe pêk bîne. Divê were nîşandan ku bi van êrîşan nikarin zextan bi kurdan bikin û kurd ne qurbanî ne. Divê gelê kurd bi awayekî cîdî li ser van êrîşan bisekine, kurd divê van êrîşan bikin sedema perwerdehî, xwerêxistinkirin û têkoşînê.

Ez sersaxiyê ji ciwanê kurd ê li Afyonê hate qetilkirin re dixwazim. Diyar dikim ku em ê têkoşîna Kurdistaneke azad, Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk bilind bikin da ku kurd neyên lînçkirin û kuştin. Bang li hemû dostên gelê kurd û hêzên demokrasiyê dikim ku em pêngava ‘Em tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê bi dawî bikin û azadiyê pêk bînin’ li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyên xurt geş bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar