Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Bi gotina ‘dewletê ferman daye me, em ê we bikujin’ îşkence kirin

Mahmut Polat (59) ê li Rihayê dijî ji ber parvekirinên medyaya civakî polîsan bi ser mala wî de girtibû û polîsan îşkence li du zarokên wî kiribû. Polat got ku dema serdegirtinê de polîsan bi gotina ‘dewletê fermana lê bide daye me. Em dikarin we bikujin’ îşkence li wan kirine

Mahmut Polat (59) ê li Rihayê dijî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava di medyaya civakî de bertekên xwe nîşan dabû. Polîsan ji ber parvekirinê di 18’ê cotmehê bi ser mala Polat de girt, îşkence li Polat û du zarokên wî M.A.P (17) û S.P (20) kirin.

Polat behsa serdegirtin polîsan û îşkenceyê ku li wî hat kirin, kir.

Polat diyar kir ku serê sibê di kêliya wî Qurana pîroz dixwend polîsan bi ser mala wî de girt û gotine dê lêgerînê li mala wî pêk bînin û wî jî gotiye ‘keremkin hûn dikarin lêgerîn bînin.’ Polat da zanîn ku polîsan di dema lêgerînê de jê re gotine ‘tu hem Quranê dixwînî û hem jî terorîstiyê dikî. Biçe li çiyê terorîstiyê bike’ û wiha got: “Min jî got ez dizanim mesele çi ye û min xwest wezîfeya xwe bikin û derkevin biçin. Polîsan ji min re got ‘Me qenciyê bi we kiriye. Divê me derî bişikanda û em biketina malê. Dewletê fermana lê bide daye me. Em dikarin we bikujin.’ Me bi van gotinan tehdît kirin. Min ji wan re got tişta hûn dikin sûc e û hûn sûc dikin. Lê polîsan heqaret li me kirin û saetek îşkence li me kirin.”

Dê giliyê polîsên îşkencekar bike

Polat anî ziman ku piştî serdegirtina malê û îşkenceya li wan hatiye kirin wî û du zarokên wî binçav kirine û bêyî wan li nexweşxaneyê muayene bikin polîsan rapor ji nexweşxaneyê stendine.

Her wiha Polat got ku heta wan birine emniyetê polîsan îşkence li wan kirine û diyar kir ku piştî wan îfade daye hatine berdan û piştî ewraqên wî temam bibin dê biçe li dozgeriyê giliyê polîsan bike. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar