Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Bi gotina ‘terorîst’ dixwazin ser sûcên xwe bigirin’

Dayika Mûrat Kaya ku di 6’ê kanûnê de li gundê Mûşiyan a Dûtaxê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, Dîlber Kaya diyar kir ku ji bo ser sûcên xwe bigirin ji kurê wê re dibêjin ‘terorîst’ û got ku dê li her derê rastiyan bibêje

Di 6’ê kanûnê de leşkeran avêtibû ser gundê Mûşiyan ê navçeya Dûtax a Agiriyê û bavê 3 zarokan Mûrat Kaya qetil kiribûn. Dayik, xwişk û bira behsa wê rojê kirin.

Bira Fettah Yalçin ku piştî pevçûnê hat binçavkirin û îşkencekirin, 3 roj şûnde hat berdan. Yalçin diyar kir k udi 6’ê kanûnê de saet li dor 06.40’î de bi dehan leşkeran bi wesayîtên zirxî avêtine ser gund, gund dorpêk kirine û wiha got: “Ez çûm cem leşkeran û min pirsî. Wê kêliyê min dît ku Cemal Aksoy li cem leşkeran e û ez jî çûm cem wan. Leşkeran ji Cemal pirsî kes li gund heye yan na. Cemal jî got, haya wî ji kesî tuneye. Gava min û Cemal cixareyên xwe pêxist, dengê çekan hat. Me hewl da birevin, lê leşkeran ji me re gotin, xwe dirêj bikin. Heta dengê çekan bi dawî bû em li erdê man. Paşê bi dehan leşker hatin û li me dan. Dixwestin me têxin bin wesayîta zirxî û bieciqînin. Du gundiyên din jî xistin nav rêxê û li wan dan. Gava pevçûn qediya, Cemal hilgirtin û birin hundir. Cemal di nav xwînê de mabû. Leşkeran berê xwe da me û gotin ’em van jî têxin bin wesayîta zirxî û bieciqînin.’ Em çar saetan serdevkî man û li me dan.”

‘Serê min şikandin’

Yalçin destnîşan kir ku wê kêliyê haya wî jê tunebûye ku birayê wî hatiye kuştin û ev tişt anî ziman: “Min birayê xwe nedît, lê deng hat min leşkerekî got ‘sivîlekî jî jiyana xwe ji dest daye.’ Min nizanibû yê sivîl birayê min e. Gava min birin qereqolê, gotin birayê te ji lingê xwe birîndar bûye. Gava hatim berdan pê hesiyam ku birayê min hatiye kuştin. Gava me birin qereqolê em ji hev veqetandin. Bi çend cihan serê min şikandibûn. Di dema îfadeyê de ne ji baroyê ne jî ji cihekî din parêzer tunebûn. Birayê min Mûrat Kaya sivîl bû. Birayê min meraq kiribû û çûbû wir.”

Ser sûcên xwe digirin

Dayik Dîlber Kaya jî diyar kir ku danê sibehê leşkeran her der girtî ye û wê bi xwe kurê xwe Mûrat Kaya şiyar kiriye û wiha got: “Serê sibehê min dît leşkeran her derê gund girtiye. Min jî Mûrat şiyar kir. Min ji Mûrat re got ‘dernekeve derve’ lê wî ji min re got ‘mala birayê min Fettah dorpêç kirine, divê biçim bipirsim. Ma yê çi bikin.’ Mûrat şimikek xist piyê xwe û derket. Mûrat li cem leşkeran bû. Min bi sê dengan bang Mûrat kir. Mûrat ji min re got, ‘Dayê têkeve hundir bila gule li te nekevin.’ Hinekî di ser re çû, leşker hatin gotin ‘Mûrat kazax û goreyan dixwaze.’ Heta min gore û kazax anî, leşker çûbû jî. Kurê min bavê 3 zarokan bû, kurê min ne PKK’yî bû. Ez ê li her derî bibêjim. Ji kurê min re dibêjin ‘terorîst’. Bi vî awayî dixwazin ser sûcên xwe bigirin. Gund, hemû dizane ku kurê min li pey nanê xwe bû. Sirf ji ber ku kurê min çû wir hat kuştin. Tu sûc û gunehê kurê min tunebû.”

Bang li parlamenterên HDP û CHP’ê kir

Bira Maksût Yalçin jî anî ziman ku birayê wê hefteyek berê ji bo xebatê çûye Antakyayê, lê belê dîsa vegeriyaye. Yalçin diyar kir ku gava birayê wê Mûrat dîtiye leşkeran dora mala birayê wê Fettah dorpêç kiriye, Mûrat jî çûye û ev tişt anî ziman: “Berî pevçûn dest pê bike Mûrat li cem leşkeran bû. Gava pevçûn çê dibe Mûrat jî diqilqil e û direve. Gava direve bera wî jî didin. Paşê berê xwe dida mala cînaran. Gava Mûrat dikeve hundur, malê jî gulebaran dikin. Hem dikujin hem jî gulebaran dikin. Ev çî ye? Kiribûn ku me ser çavê birayê xwe nas nedikir. Leşker dibêjin Mûrat bombe avêtiye. Birayê min bombeyê bibîne jî nas nake. Ez bang li kesên xwedî wijdan dikim; birayê min sivîl bû û leşkeran ew kuşt. Bila parlementerên HDP û CHP’ê bên û bipirsin.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar