Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê – 2

“Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn ku hevsengî Nelson Mandela be, ew jî Serok Abdullah Ocalan e. Azadiya wî dikare dawî li şer bîne.”

Siyasetmedarê Îtalî Ramon Mantovanî ku wê demê endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê bû û di balafira Rûsya-Romayê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû, rojên Abdullah Ocalan ên li Romayê û pêvajoya komployê ya ku dîl hat girtin ji ANF’ê re nirxand.

25 sal in dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de berdewam dike. Ji şert û mercên giran ên îro û pêvajoya esaretê hêzên navneteweyî berpirsyar in. Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji bo pêvajoyek aştî û muzakereyê ji Sûriyeyê derket, panoramaya siyasî ya di navbera vê dîrokê û 15’ê Sibata 1999’an de ku li paytexta Kenyayê Naîrobî hat girtin, weke “komploya çarmixê” nirxandibû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de hat Moskovayê, di 12’ê mijdara 1998’an de bi balafira Rêhewayên Rûsyayê li balafirgeha Leonardo da Vîncî ya Romayê daket. Li Romayê pêvajoyeke dijwar a 66 rojan li benda Abdullah Ocalan bû. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bibe Îtalyayê weke şanseke aştî û muzakereyê dît.

Ji roja girtina Abdullah Ocalan û vir ve, rola Îtalyayê ya di pêvajoya komployê de gelek caran bû mijara nîqaşê. Wê demê hinan digotin hikûmeta Îtalyayê ya di bin serokatiya Massîmo D’Alema rola xwe di komploya navneteweyî de nelîst, hinekan jî rexne li hikûmeta D’Alema kirin ku ji bo ku Abdullah Ocalan li Îtalyayê bimîne wêrek tevnegeriyan. Ya rast ev e ku Abdullah Ocalan di 16’ê çileya 1999’an de bi derketina ji Îtalyayê re pêvajoyeke ku wê ber bi dîlgirtinê ve biçe destpê kir.

Partiya Komunîst a Îtalyayê ku beriya vê pêvajoyê û piştî vê pêvajoyê yek ji şahidên rojên Roma yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Di 12’ê mijdara 1998’an de di sefera Moskova-Romayê de bi Abdullah Ocalan re çûbû balafira Moskovayê. Ji bo Abdullah Ocalan li Îtalyayê bisekine pir li ber xwe da. Ew kes parlamenterê Partiya Ji Nû Ve Sazkirinê ya Komînîst ya Îtalyayê û endamê Komîsyona Karên Derve ya Îtalyayê Ramon Mantovanî bû. Ramon Mantovanî pirsên me bersivand.

Abdullah Ocalan digel daxwaza penaberiya siyasî neçar ma û ji Îtalyayê derket. Pêvajoya piştre bû sedema dîlgirtina wî ya li Kenyayê. Ocalan di daxuyaniyên xwe yên der barê dîlgirtinê de ev rewş weke komployeke navneteweyî ya li dijî xwe bi nav kir. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Bi taybetî hêzên wek DYA’yê, şîrketên pirneteweyî yên ku dixwazin îstismarkirina çavkaniyên Kurdistanê bidomînin, partiyên siyasî yên dostên Tirkiyeyê (divê em ji bîr nekin ku Ecevît serokê partiyeke girêdayî Enternasyonala Sosyalîst e), mîna pîşezasiyên çeken taybet û giştî ku Tirkiyeyê weke muşteriyeke girîng dibînin. Ji bo ku pêşniyara aştiyê ya PKK’yê asteng bikin bêşik di nav xwe de piştgirî didan hev. Di vî warî de ez bi temamî beşdarî Birêz Serok dibim.

Dema ku Îtalya dibû mijar, zexta eşkere û nepenî ya hikûmeta DYA’yê ku min berê behs kiribû. Ligel zextên li ser hukûmeta D’Alema ji astên herî bilind ên saziya ewlehiyê ya Îtalî bû ku ji hikûmeta xwe bêtir dilsozê fermanên Dewletên Yekbûyî bûn. Ez vê rewşê ji gotinên ku siyasetmedaran û di heman demê de nûnerên hikûmeta Îtalî ya wê demê ji min re vegotine dizanim.

Her kesê ku bi dîroka Komara Îtalyayê dizane, mîna ku di gelek dozên cezayê de jî dizane ku dezgehên dewletê di salên 1960’î, 1970’i û hetta 1980’î de di amadekirina êrîşên terorîstî yên ji bo astengkirina desthilatiya Partiya Komînîst ya Îtalyayê bi CIA’yê re hevkariyekê de ye. Ji ber vê yekê di vê rewşê de jî ne ecêb e ku CIA mirovên xwe bi kar anîbe.

Piştî zextên dewleta Îtalyayê, kesên ku li ser navê hikûmeta D’Alema bi Ocalan re têkilî danîbûn, rasterast zext li Ocalan kirin ku ji welêt derkeve. Hewl dan vê zextê bi zimanê ‘rast’ bidin meşandin. Deqeyekê piştî ku Îtalya bersiva neyînî da daxwaza radestkirina Tirkiyeyê. Li gorî peymana hevkariya li dijî terorê ku di salên 1970’î de di navbera Îtalya û Tirkiyê de hatibû îmzekirin û piştî derbeya 1980’an li Tirkiyeyê qet nehat betalkirin, her dadwerekî Îtalî dikarîbû Ocalan bigire. Her wiha gef li girtina Ocalan jî xwarin ku ji aliyê yekîneyên taybet ên polîsên Îtalyayê ve hatibû organîzekirin.

Piştî vê rewşê bi Serok Ocalan re demeke dirêj axivîm û min jî wek parêzerek jê re rave kir ku dê girtina wî kurt be û dadgeh wê bi beraetê bi encam bibe. Min tiştek pêşniyaz nekir ji ber ku divê PKK Û Ocalan biryarê bidana.

Heke rasterast nêrînek ji min bihata xwestin jî, ji ber ku ez alternatîfên muhtemel ên ku PKK li ser dixebitîne nizanim, min nedikarî vê yekê bikim. Gotûbêjek dirêj bû ku Ocalan di hin mijaran de israr kir. Her wiha teqez kir ku girtina wî û têkçûna pêşnûmeya danûstandinan, ji bilî ewlehî û asayîşa wî ya şexsî, ji aliyê gelê Kurd ve weke têkçûneke dawî dihat şîrovekirin û bêguman dê meyl û kiryarên bêhêvî geştir bikira.

Ji ber vê yekê wî dixwest ku ji Îtalyayê derkeve û li alternatîfekê bigere. Piştî hevdîtina min a bi Serok Ocalan re, nûnerên pêşeng ên PKK’ê  xwestin bi min re hevdîtinê bikin û ji min re gotin ku li gorî têkiliyên me yên xwişk û biratî, PKK meyildar e ku Serok Ocalan li Îtalyayê bimîne. Li ser vê yekê min ji wan re got ku heke ew bi fêde bin, dikarin ji Serokomar re bibêjin ku partiya min mîna PKK’ê difikire û ji bo wî ya herî baş ew e ku li Îtalyayê bimîne.

Ez tenê dizanim ku piştî ku Serok ji Îtalyayê çû ku ji aliyê hikûmeta D’Alema ve hat teşwîqkirin û piştgirî dan wî. Piştre ji aliyê rêveberên PKK’ê ve tiştên ku qewîmin ji min re hat gotin. Ne ez û ne jî kesek ji partiya min bi tu awayî tev li pêvajoya çûna Serok ji Îtalyayê nebû.

Li gorî ku ez fêm dikim, Serok piştî mayîna xwe ya li Îtalyayê û di civaka navneteweyî de girîngiya doza Kurd, vegeriya Rûsyayê. Li ser bingeha nûçe û zanyariyên eşkere yên bêbingeh ku şert û mercên ji bo dayîna mafê penaberiyê û piştgirîkirina pêşniyara danûstandinan hatine çêkirin, vegeriya Rûsyayê.

Piştre ji ber xetereya jiyana xwe û girtinê ew neçar ma ku careke din ji Rûsyayê derkeve. Piştî gereke kurt, bi hikûmeta Yewnanistanê re lihevkirinek hat kirin ku ew ê li welatekî sêyemîn di balyozxaneya Yewnanistanê de di bin parastina dîplomatîk de bê bicihkirin û di demek ne diyar de mafê penaberiyê bê dayîn. Bi rastî, Serok wekî ku hatibû plankirin gihîşte Balyozxaneya Yewnanistanê ya li Kenya, ji taybetiya dersînorî ya balyozxaneya dîplomatîk sûd wergirt. Ez vê yekê rasterast dizanim, ji ber ku wê demê Gîulîano Pîsapîa yê ku parêzerê Ocalan û endamê berpirsê edaletê derfet dîtibû ku biçe Naîrobî û di balyozxaneyê de bi wî re hevdîtin pêk bîne.

Lê ji nişka ve di 15’ê Sibata 1999’an de hikûmeta Yewnanistanê ferman da balyozê ku Ocalan ji balyozxaneyê derxîne.

Li gorî ku ji min re hat gotin, yekîneyeke komando ku ji ajanên tirk û servîsên din ên veşartî pêk dihat li derve li benda wî bûn û bi awayekî neqanûnî ew revandin û birin Tirkiyeyê. Ji ber van bûyeran 3 wezîrên yewnanî yên ku operasyonê hêsan dikirin neçar man îstifa bikin. Di nav wan de wezîrên karên derve û hundir jî hebûn.

Li gorî we hikûmeta Îtalyayê ya wê demê û welatên din di girtina Abdullah Ocalan de berpirsyar in? Heke hikûmeta Îtalyayê bixwesta, gelo Ocalan dikaribû li Îtalyayê bimîne yan jî ji bo ku Ocalan li Îtalyayê bimîne wê çi bihata kirin?

Ez di vê baweriyê de me ku dema ku mirov şert û mercên serdana Romayê ya Ocalan tîne ber çavên xwe û bi gewlemperî bêçareseriya Yêkîtiya Ewropayê ya li hember pirsgirêka kurd em dibînin ku berpirsiyariyeke wan a cidî heye. Berevajî vê, di bin zextên DYA û Tirkiyeyê de piştî êrîşên El Qaîdeyê yên li New Yorkê ji aliyê Îtalyayê ve hat amadekirin, PKK’ê bêyî biryara parlamentoyê û hikûmetê (Îtaliya nikare biryareke bi vî rengî qebûl bike, nikare bikeve lîsteya rêxistinên terorê. ji ber biryara parlementoyê ya ku min berê behs kiribû û helwesta ku girtibû).

Ev yek paradoks e ku îro jî PKK ku yekane rêxistina ku li Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê şer dike, li Ewropayê bi talîmata welatekî mîna Tirkiyeyê ku li dijî DAIŞ’ê tiştek nekiriye, zilmê dibîne. Ev xwezaya rastîn a Yekîtiya Ewropayê nîşan dide.

Derfeta Hikûmeta D’Alema ji ber rewşa wî ya dîrokî li Deryaya Navîn jî ji bo pêvajoyek aştiyê û siyasetek derve ya ku ji Îtalyayê re guncav e pêş bixe hebû. Diyalog û muzakere pêkan bû. Ji ber ku nêzîkatî û danûstandin di navbera PKK û hikûmeta Erdogan de çêbûn ku bi awayekî eşkere ji ber rol û giraniya siyasî ya artêşa Tirkiyeyê bi ser neketin.

Heta bi baweriya min hewla derbeyê ya sala 2016’an û paqijkirina hin rêveberên payebilind ên hêzên çekdar li Tirkiyeyê jî pêwendiya wê bi helwesta îhtîmal a hikûmeta Erdogan re hebû ku di demekê de Ocalan bi wan re danûstandinê bike.

Divê neyê jibîrkirin ku berî derketina Serok ji Îtalyayê, Massimo D’Alema û wezîrê edaletê yê wê demê Olîvîero Dîlîberto du daxuyanî dan çapemeniyê û gotin destura hikûmetê tune ku mafê penaberiya siyasî bide û tenê daraz dikare vê yekê bike.

Ev jî dereweke din e. Her kes dizane ku di rewşa Ocalan de, dewlet penaberî û parastinê dikin û tenê wê demê û heke nakokî çêbibin, daraz pê re mijûl dibe. Her wiha, tenê çend saetan piştî daxuyaniyên D’Alema û Dîlîberto, sê wezîrên din, Wezîrê Derve Lamberto Dînî, Wezîrê Parastinê Carlo Scognamîglîo û Wezîrê Bazirganiyê Pîero Fassîno, bi gotinên D’Alema û Dîlîberto bersiv dan ku hikûmetê ‘nekariye mafê penaberiya siyasî bide.’ Van 3 wezîran gotin ku hikûmet ji bo dayîna mafê penaberiya siyasî heye û tiştekî ecêb e ku pêwîstî bi daxuyaniyeke wiha heye.

Tu rojnamevanên Îtalî yên di çap û televîzyonê de, yên ku bi gelemperî pir baldar in ku gelaciyan berhev bikin û nakokiyên di navbera siyasetmedaran de bipeyitînin, ev yek nedîtîn. Bi rastî pir ecêb bû.

Ji Abdullah Ocalan ê 25 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de tê ragirtin ev 3 sal in tu agahî nayê girtin.Dewleta tirk a ku hemû mafên Abdullah Ocalan ji dest girtiye, tecrîda girankirî li ser Abdullah Ocalan ferz dike. Hûn vê tecrîdê çawa dinirxînin?

Dewlet û hikûmeta tirk ji Ocalan ku heta niha jî bênîqaş rêberê gelê kurd ê bêhempa ye ditirse. Tecrîd û pêkanînên dijmirovahî yên li girtîgehê, xwezaya faşîst a dewleta tirk nîşan dide. Divê seferberiya navneteweyî ya ji bo azadiya Ocalan li hemû cîhanê berfireh bibe û zêde bibe. Dewleta tirk çiqasî bi hêz be jî, her çiqas ji DYA û heta YE’yê piştgiriyê bigire jî hiş û raman li cem gelê kurd û Serok Ocalan e.

Hûn dixwazin li ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de çi bibêjin?

Ji bo çareseriya pirsgirêkê ya bi muzakereyan, divê Serok Ocalan wek mirovekî azad rola siyasî bilîze. Mîna azadiya Nelson Mandela ji bo bidawîkirina apartheidê û destpêkirina pêvajoya demokratîkbûna Efrîkaya Başûr pêdivî bi vê yekê hebû.

Heke îro li cîhanê rêberekî rasteqîn bi qasî Nelson Mandela hebe, ew jî Serok Abdullah Ocalan e. Rizgarkirina wî dikare dawî li şer bîne û pêvajoyeke aştiyê ya pêbawer bide destpêkirin ku dê bi beşdariya welatên xwedî kapasîteya siyasî û exlaqî, rolek hevgirtî bilîze.

Ramana siyasî, nivîs û ramanên Ocalan ne tenê ji bo doza Kurd, ji bo tevahiya çepên cîhanê û hemû gelên azad û gelên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, tevkariyek e. Şoreşa jinan a Ocalan ku îro di nav gelên Rojava de rû da, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk û nêzîkatiya dewleta cîhanê ya hegemonîk ku di ezmûna gelê Rojava de hatine jiyîn, divê di asta gerdûnî de bên nirxandin. Divê hemû hêzên şoreşger û pêşverû yên cîhanê van teoriyan bi kûrahî lêkolîn bikin.

Bi gotinên Ramon Mantovanî rojên Ocalan ên li Romayê-1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar