PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bi hêvîya hilweşandina faşîzma akp û mhp qadên newrozê tijî bikin

Reberé gelé kûrd, jibo gelé kûrd gotibu “gelé kûrd gelé newrozé ye.”Dibe ku newroz jibo gelek civakan xwedi wateyek be.Lé jibo kúrdan wateya wi cudaye.Newroz u kurd,kûrd u newroz, hertimbi hevre té bibîr anin.

Gelek civakên rojhilata navîn û Asya Navîn newroz wek cejna biharê pîroz dikin. Mirov berê li hember xwezayê ewqas ne bi hêz bu. Jiber vê yekêji demsalan, li ser jiyana mirovahî bandor dikir. Demsala zivistanê jibo însanan berf,baran, serma,tarîtî û birçîbun bu. Dema zivistan xilas dibu û bihar dihat kêf xweş û dil xweş dibun. Bihar jibo wan şahî şînahî ronahî û bereketê bu. Jiber vê yekî ji 21 adaré, wek rojek nû,  wek destpêka biharî didîtin û pîroz dikirin. Gelek civak ji, rojên ku jibo xwe teybet û pîroz dîtiye, bi vi roji vê girêdayê. Civakên Elewî ev roj wek rojbûyîna Hz. Elî u roja ku Hz.Eli buye xelife dibînin û pirozdikin.

Lê civakên aryen û teybet ji kûrd ev roj bi wateyek cuda pêşwazi dikin. BM sala 632 roja rizgarkirina gelén aryen ji desté Qralén Asurane.Qralen asuriyan zilmek mezin li ser gelan dimeşanda.zilm u xeddariya Qralén asuran di dirokede bi nav u denge.imparatoriya medan imparatoriya asuran tekbir u ev roj bu rojek cejn u şahi.Disa ligor efsaneya newrozé, BM sala 632’an roja ku kawayé hesinkar,seri li hember dehaqé zalim rakiriye u wi kuştiye. Bi kuştina dehaqé zilmkar, herçar aliyé welaté medya, agiré azadiye, agire serkeftiné té pexistin.jiber vé yekeji newroz li hember zilme serhildan u berxwedane.Newroz roja azadiya gelan u serkeftina mazlumane.Ev 1635 sale, gelé kurd u gelén aryen bi vi wateyi, bi cejn, bi şahi newroz pirozdikin.Gelé Kurd ev 1635 sale vi roji dikin roja berxwedanê, serhildané û bilindkirina têkoşînê. Li hember Dehaqan,her sal li gor rihê demê, Agirî newroz geş dike û bi coşek mezin pîroz dike.

Di têkoşîna 40 salî de newroz bi rîhek cuda hatiye pîrozkirin.berxwedana Kawayê hemdem Mazlum Doxan, li hember Dehaqé demê Esat oktay destpêkek nû bû.Di Roja Newrozêde rojek nû dîrokek nû da destpêkirin.Piştê Mazlum Doxan, zekiye, rehsan, bêrîvan û ronahiyan ji, xwe kirin agir u Newroz gihandin qonaxek nu.Di sali  90 de newroz qedexe bû. Gelên Şirnex, Cizîr û Nisêbînê agirê berxwedané mezinkirin û Agirî Newrozê gûrkirin. Bi fedekari û bedelên giran qedexa li ser newrozê rabû û her sal bi milyonan kurd daketîn qadan û li gor rihê demê newroz pîroz kirin.

Newroza îsal wê bi hêviya hilweşandina faşîzma akp û mhp ku wek dehaqê hemdemin,pêşwazî dikin .Wê bi vî hêvî daxwaz û bi vî rihî dakevin kolanan.Raste xemgînîya windahiyên erdhejê heye.felaketek çêbû . însanan gelek tiştê xwe windakir.Mirov dikare şahiyan neke . lê newroz tenê ne şahiî û dilane.Di esasê xwede roja serhildan û berxwedanê ye.Jibo ku pihina dawî li dehaqê demê were xistin ji hemû demê bêhtir wê qadê Newrozê tijî bibe.hêj niha ve coşa Newrozê hemû bajarên Kurdistanê belavbûye.li kolan û taxan li gund û bajaran agirê Newrozê gur kirine . wê roja Newrozê ev coş û beroş derkeve asta herî jor.we li Amed disa bi milyonan peyamên azadî û serkeftinê bidin.We dîsa gelê Wanê li dora gola Wanê û di bin Keleha Wanê peyamên peyamên çand dîrok û xweşik bûna xwezayê bidin.we Colemergi û botanî bi cil û bergên xwe bi sekn û awazên xwe wê peyamên hebûn û civaka xwezayî bidin . Wê li rojavayê Kurdistanê bi milyonan kes peyamên xweserî û Neteweya Demokratîk bidin . Wê Akreyî bi baweriya ku kawa rêxistin bûyî li çiyayê Akreyî kiriye wê dîsa bi meşaleyan berê xwe bidin çîyayê Akrê . wê Hewremanî bi çanda xwêya otantîk hebûna xwe diyar bikin.we li Qandîl bi sed hezaran kes peyamên girêdani û baweriyê bidin . piştê van peyaman ji wê dilê dost heval û rê hevalan şa bibe wê dijmin û dagirkerên gelê kurd bi teqe û bi serserki bikeve.

Nûçeyên Têkildar