Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Bi hezaran bang kir: Em jiyaneke mirovane dixwazin

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, li Qada Bakırkoyê bi şîara ‘Em Jiyaneke Mirovane Dixwazin’ mîtîng lidar xist û bi hezaran kes beşdar bûn

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên li Stenbolê, li qada Bazarê ya Bakirkoyê, bi şîara ‘Em Jiyaneke Mirovane Dixwazin’ mîtîng lidar xist û bi hezaran kes beşdar bûn. Endam û rêveberên DÎSK, KESK, TTB, Tum-Emekdar-Sen, Komelya Piştevaniya Karkeran a Navneteweyî, TMMOB, Malên Gel, Partiya Karkerên Şoreşger (DÎP), Partiya Kedê (EMEP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenterên HDP û CHP’ê, gelek saziyên jinan û bi hezaran kes bi heman daxwazê beşdarî mîtîngê bûn.

Polîsan qada mîtîngê kirin dorpêçê û kesên beşdarî mîtîngê bûn, di 3 cihên lêgerînê yên cuda re derbas bûn.

Ji bo daxwazên xwe herikîn qadê

Komên ku li Îstasyona Metro ya Bakirkoyê û Îstasyona Metrobus a Bakirkoyê kom bûn, ber bi qada mîtîngê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta û dowîzên ‘Em ê teslîmê xizantî û feqirtiyê nebin’, ‘Karê ewlehî û jiyana ewle’, ‘Ji bo gel butçe, Tirkiyeya demokratîk’ û ‘Em ê li dijî krîzê bi hevre têbikoşin’, ‘Ne ji bo şer, ji bo perwerdehiyê butçe’, ‘Bila cînayetên kar bi dawî bibin’, “Ji bo EYT’an qanûnê derbixin’ û “Em Tirkiyeyek bêkedxwarî, bêqesir, bêqeyûm, azad û wekhev dixwazin’ hatin vekirin.

Di meşê de tim dirûşmên ‘Ne ji bo şer, ji bo perwerdê butçe’, ‘Em jiyaneke mirovane dixwazin’, ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’, ‘Ji tecrîdê re êdî bes e’ û ‘Bila polîtîkayên qeyûm bidawî bibin’ hatin berzkirin.

Qeyûm şermezar kirin

Balkêş bû ku herî zêde jin û ciwan beşdarî kortejan bûn. Bi sedan jin boyax li rûyên xwe dan û bal kişandin ser cînayên jinan. Jinan di kortajê de li ber dahol û zirnê govend gerandin. Di korteja HDP’ê de, pankartên li dijî tayînkirina qeyûman û polîtîkayên şer hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Bi armanca şermezarkirina êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi navber dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Ciwanê bi navê Sabrî Işik ê di kortejê de, dema xwest derbasî qadê bibe ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Bi hezaran kesên ku ketin qada mîtîngê, li ber stranan govend gerandin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar