Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi hezaran efrînî li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran welatiyên ji kantonên Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re meşiyan. Welatiyan da zanîn ku ew amade ne tev li refên berxwedanê bibin û bang li qada navneteweyî kirin ku sînorekî ji êrîşên dewleta tirk re deynin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û komên çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê bi pêşengiya Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Hîlala Zêrîn meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de nûnerên saziyên civaka sivîl û rêveberiyên xweser jî amade bûn.

Çalakvanan cil û bergên gelêrî li xwe kiribûn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên ‘Bi rîş û rengan em ê berxwedana dîrokê xêz bikin’, ‘Ji şer re Na’, ‘Ez ne terorîst im’, ‘Kaniya sûcdariyê li ser zarokan rawestînin’, ‘Ka mafên zarokan? Zarokên Rojava rizgar bikin’, ‘Xaka welat hebûna me ye, em zarokên banga azadiyê ne’, ‘Bi hêviyên zarokan re em li Efrînê vegerin’, ‘Azadî ji zarokatî ve dest pê dike, bi ruh û şopên wan ên bêguneh em ê ji bo Efrînê li ber xwe bidin’, ‘Ez dixwazim bijîm’ û ‘Bi çand û hunerê em ê li ber xwe bidin û heta azadî mîsogar bibe şer bikin’ vekirin. Her wiha çalakvanan wêneyên şehîdên ku di berxwedana Efrînê û di komkujiyan de hatine qetilkirin, hatin hilgirtin.

Meş ji rêya gundê Til Sosinê dest pêkir û çalakvan ber bi Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê ve çûn. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ , ‘Na ji dijminahiya Tirkiyeyê ya li dijî zarok û sivîlan’  û ‘Na ji hebûna dewleta tirk a li ser xaka Sûriyeyê re’ berz kirin.

‘Em amade ne ku tev li berxwedanê bibin’

Meş li qada Kampa Serdemê jî veguherî mîtîngê û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji ewil êrîş hatin şermezarkirin û hat gotin ku ew amade ne parastina zarok û şêniyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Di berdewamiyê de jî hate diyarkirin ku şoreşa wan didome û ew bi pênûsa xw zindî dikin. Beşdaran destnîşan kir ku ew amade ne ku piştgiriyê bidin zarokên xwe. Herî dawî jî çalakvanan bang li saziyên mirovî kirin ku sînorekî ji êrîşên dewleta tirk re deynin. ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar