Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Bi hezaran endamên HPC’ê komkujiya Til Rifatê şermezar kirin

Bi hezaran endamên HPC’ê û şêniyan li Girkê Legê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifatê, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava meşek li dar xist. Di çalakiyê de bêdengiya hêzên navdewletî ya li dijî komkujiya Til Rifatê jî hate şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a ku li Til Rifatê pêk anî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk, Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist.

Di meşê de pankartên ‘Na ji dagirkeriya faşîst û destwerdana ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re’, ‘Azadiya Rêber Ocalan azadiya tevahî gelan e’, ‘Faşîzma Tirkiyeyê û çeteyên wê dê di xwîna zarokên Til Rifatê de bifetise’ û ‘Bi ruhê fedayî dê neteweya demokratîk pêk were’ hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifatê, wêneyên Ocalan û alên HPC’ê hatin hildan.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de girseyê bi dirûşman Berxwedana Rûmetê silav kir, tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên dewleta tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Meş li pêşiya Nexweşxaneya El Selam veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji rêveberên HPC ya Kantona Qamişloyê Hediya Abdullah û Xelef Hisên axivîn.

Di axaftinan de hat gotin ku êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewama komploya navdewletî ya li dijî Ocalan e. Her wiha komkujiya ku dewleta tirk a li dijî zarokên Efrînê yên li Til Rifatê bi cih bûn û bêdengiya navdewletî ya li dijî komkujiyê hate şermezarkirin.

Di dawiyê de berxwedana şervanên HSD’ê ya li hemberî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê hate silavkirin. GIRKÊ LEGÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar