Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan

Bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di çerçoveya bernameya 8'ê Adarê de li Kobanê û Hesekê meşên girseyî li dar xistin

Jin bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li gelek navendên cuda çalakiyan li dar dixin. Bi taybetî jinên kurd bi cilên xwe yên neteweyî û rengîn dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Bernameya 8’ê Adarê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma ‘Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e’ hatibû aşkerakirin, bi çalakiyên cur be cur dewam dike. Îro jî li bajarê Hesekê Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-JIN) û li Kobanê jî Rêxistina Kongreya Star bi armanca pişgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) meşên girseyî li dar xistin.

Bi dirûşma ‘Têkoşîna me temîneta şoreşa jinan e’ Hêzên Parastina Civakî ya Jin (HPC-JIN) bi tevlibûna jinên ji navçeya Dirbesiyê, Zirgan, Til Temir, Hol û Şedadê ya bajarê Hesekê meşekê girseyî li dar xistin. Jinan di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hebûn Mele Elî, Emîne Weysî, Yadê Eqîde, Amara Rênas, Seda El- Hirmas, Hind El- Xidêr û alê Kongreya Star hildan. Meş li ber Gulistana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a taxa Nasra dest pê kir û li taxa Kelasê li ber Meclisa Şaredarî û Ekolojiya bajarê Hesekê veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin, Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên û Endama Hêzên Parastina Civakî ya Jin Nesrîn Mecdel axivîn.

Lîlav Hisên Roja Jinên Cîhanê pîroz kir û wiha got: “Roja 8’ê Adarê ji bo jinan rojek bi wate û xwedî dîrokek dagirtiye. Îro bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em hatin vê astê û ji bo hebûna xwe têdikoşin. Îro jî ew ruhê berxwedêr ên wan jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû. Em ê herdem li ser pêya bin û li dijî dagirkerî têbikoşin.”

Nesrîn Mecdel jî diyar kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên desthilatdar ve tên armanc girtin û wiha axivî: “Pêvajoya ku em têde derbas dibin pir hesas e, hêzên desthilatdar û hegemonîk di hemû êrîşên xwe de yekem jinên azad, zana û siyasetmedar armanc dike. Ji bo wê erka me ya sereke ew e ku em parastina civakê xwe bikin û destkeftiyên jinan biparêzin. Bi ruhê 8’ê Adarê em xwe bi rêxistin bikin parastina xwe ya cewherî xurt bikin.”

Li Kobanê jî bi hezaran jin meşiyan

Bi pêşengtiya Kongreya Star a Kantona Kobanê bi sedan gelê  Kobanê di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de, ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) meşiyan. YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de li Kobanê hatiye damazrandin û yekemîn tabura xwe bi navê Dicle Kobanê avakirin. Rol û misyona YPJ’ê di nava şoreşa Rojava û bi taybet di şerê Kobanê de hebû, YPJ’ê bi berxwedaniya xwe mohra xwe di dîrokê de nivîsand. Di meşê de posterên Ocalan, wêneyên şehîdên YPJ’ê, alên Kongreya Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û alên Parastina Jin hatin hildan. Meş ji qada şehîd Herdem li ser rêka Cerabusê destpê kir û li qada Jinên Azad bi dawî bû. Çalakvan li derdora qadê geriyan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo têkoşerên azadiyê, axaftin ji aliyê Endama Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk a herêmê Firatê Sara Xelîl, bi navê Yekîneyên Parastina Jin Sozdar Xelîl axivîn.

‘Jinên Rojava bi xêra Rêber Apo bûn xwedî biryar’

Sara Xelîl bal kişand ser rol û misyona YPJ’ê di nava şoreşa Rojava de û ev tişt anî ziman: “Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê Amerîkayê New Yorkê 40 hezar karkerên jin ku di kargeha tekstîlê de kar dikirin, dest bi grêva bi rêxistinkirî kirin. Îro em jî li ser mîrasa wan jinan xebatên xwe didomînin. Mîrasê wan jinan îro li Rojhilata Navîn bûye pêşeng û jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bi saya ramanên Rêber Apo bûne xwediyê biryar. Jinan cihê xwe di nava hemû qadên jiyan de girtine. Li dijî azadiya jin em dibînin ku hişmendiya serdest a mêr-dewlet êrîş û gefên xwe li ser jinan zêdetir dikin. Li kijan deverê jin dest bi têkoşînê dikin li wir dibe armanca dijmin, mînak Komkujiya Parîsê, Silopiya û Helinc. Divê em têkoşîna xwe hîn bilintir bikin û hêzên xwe geştir bikin.”

Jin şoreşê diparêzin

Sozdar Xelîl jî axivî û destnîşan kir ku jin bi hemû hêza xwe xwedî li axa xwe derdikeve û wiha got: “Îro em li qada berxwedanê qada jin in. Têkoşer Rêvana, Arîn û bi sedan fedaiyên wek wan axa Kobanê parastin da ku çeteyên DAIŞ’ê bajar dagir neke. Em jî soz didin ku em ê xeta wan bişopînin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Meş bi dirûşam ‘Jin jiyan Azadî’ bi dawî bû. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar