Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Bi hezaran kedkar li dijî qeyrana aboriyê herikîn Qada Îstasyonê

Mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ a ku KESK li Amedê li dar dixe, bi beşdariya hezaran kedkar dest pê kir

Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma ‘Em nikarin debara xwe bikin! Ji bo budçeyek jiyana mirovî, alîgirê ked û xelkê ye em mil didin milê hev’ li dar dixe. Bi rojan bû li Amedê û bajarên derûdora Amedê amadekariyên mitîngê dihatin kirin. Tevî hewa sar û barîna baranê jî bi hezaran kedkar û karker herikîn qada mitîngê û kom dibin. Kedkar û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ji bajarên derdorê jî hatin û beşdar bûn. Kedkar kom bi kom li gel pankartên ku daxwazên xwe nivîsandine hatin qadê. Girse di sê milan de dikeve qadê.

Jinên sendîkayê kortejên cuda çêkirin û hatin qadê û bênavber dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz kirin. Her wiha li qadê dengê dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Ne budçeya Qesrê budçeya gel’ olan didin.

Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl,  Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, rêveberên HDP, DBP, ESP, PÎA, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê jî beşdarî mitîngê bûn.

Qada mitîngê bi pankartên daxwazên kedkaran vedibêjin hatin daliqandin. Mitîngê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Di vê navberê de sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat xwendin.

Hevberdevkê Demê yê KESK’a Amedê Nasir Demîrkiran axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku ji bo ew nikarin debara xwe bikin vê mitîngê li dar dixin û ew li dijî krîza aborî ya ku îktîdarê afirandiye radibin.

Sebra me nema ye

Pişt re Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl derket ser dikê û di axaftina xwe de destnîşan kir ku kedkar êdî nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Ji bo îro em bi hêz qîr bikin kom bûne. Sebra me nema ye. Ew di nava luks û şatafatê dijîn. Ên bêehlaq ew in. Yên bi salan e vî welatî difiroşin ew û alîgirên xwe ne. Wan li vî welatî çav berdaye nan û avê me. Hemû kedxwariyê û krîz ji aliyê Qesrê ve pêk tê.”

Kablan da zanîn ku îktîdar her roj bi zextan, qedexeyan û çêkirina girtîgehek nû gefan li civakê dixwe û çavtirsandî dike û ev tişt diyar kir : “Îktîdar wisa difikire ku wê vê zilma xwe bidomîne. Na wê neke. Va em li vir in. Me hemû zoriyê, barîkatan û astengiyan rakir û em hatin vir.”

Girtiyên nexweş

Kablan bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û wiha domand: “Li girtîgehan her roja ku diçe tecrîd zêdetir û girantir dibe. Garîbe Gezer bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Yên ku li hepsê zilmê li Garîbe kirin, heman zilmê û bêhurmetiyê li cenazeyê wê jî kirin. Em carek din vê zilmê şermezar dikin.”

Banga îstîfayê li hikûmetê kir

Kablan destnîşan kir ku li welat artêşa bêkariyê her roja ku diçe mezintir dibe û îktîdar dike ku sermayedarên xwe têr û dewlemend bike û feqîr û kedkar jî ji birçîna bimirin. Kablan diyar kir ku ji qadê her ku dengê dirûşma ‘Hikûmet îstîfa’ bilind dibe bi muzîkê mudaxile dikin û ew carek din li vê qadê banga îstîfayê li hikûmetê dikin û anî ziman ku her çiqas sepanên OHAL’ê hatibin rakirin jî lê OHAL li vî welatî hatiye mayîndekirin û tu tiştek nehatiye rakirin û ji îro pê ve dê ev pergal wiha bi bi rê ve neçe.

Dê li dijî krîzê bin

Piştî axaftina Kablan, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Şaziye Kose ya ji Komîsyona Kedê berpirsiyar e axaftinek kir û bal kişand ser geşedanên dawî.

Her wiha rêveberên, TTB, TMMOB û DÎSK’ê jî kurte axaftin kirin û gotin ku ew li dijî vê çerxa krîza aborî ya bi destê îktîdarê pêk tê radibin û wê têkoşîna xwe mezintir bikin.

Pişt re hunermend Metîn Kahraman derket ser dikê û konsertek da. Piştî şahiya stranan û gerandina govendê konser bi berzkirina dirûşman bidawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar