PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bi hezaran kes banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kir

Şêniyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Ocalan meşên girseyî li dar xistin û diyar kirin ku ji bo dawîkirina tecrîd û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê têkoşînê mezin bikin

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk a dagirker tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û nahêle parêzer û malbat hevdîtinê pê re bikin. Di vê çarçoveyê de Dîwana Hevserokatiya Kongra Gel di 8’ê Kanûnê de daxuyaniyek da û tê de bang li gelê kurd û dostên wan li cîhanê kir ku 11’ê Kanûnê ji bo Roja Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Cîhanê dakevin qadan.

Bi vê boneyê îro bi sedan pêkhateyên bajarê Qamişloyên ên kurd, ereb, suryan û ermen li çerxerêya Mûnîr Hebîb kom bûn û dest bi meşeke girseyî kir.

Şênî ji çerxerêyê heta avahiya Komîseriya Karûbarên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê meşiyan. Meş li pêşiya avahiyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Kongra Star Emel Şemdîn axivî û berxwedana Ocalan a li Îmraliyê silav kir û got ku Rêber Ocalan rêya xilasiyê li pêşiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn vekir.

Emel Şemdîn bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û wiha got: “Dewletên komploger, bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwestin gelê herêmê dûrî fikirê wî yê demokratîk bixin. Ji ber wê tecrîdê li ser ferz dikin. Lê tiştê pêk hatî, berovajî hesabên wan bû. Gelên Rojhilata Navîn û Ewropa banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin û li ser bingeha felsefeya wî têdikoşin.”

Her wiha Emel Şemdîn diyar kir ku têkoşîn û berxwedana wan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan bidome û destnîşan kir ku divê her tim şopdarên rêgez û fikrên Ocalan bin da ku li hemberî hemû cureyên şer bisekinin.

Amûdê

Şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê jî meşek li dar xist. Meşê ji çerxerêya Qada Jinê ya li navarasta navçeyê dest pê kir û li Qada Şehîd Cîhad meş veguherî mitîngê. Li wir endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk a Amûdê Minewer Xalid axivî û destnîşan kir ku gelê kurd û dostên kurdan li sernaserê cîhanê ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, têdikoşin.

Minewer da zanîn ku CPT û civaka navneteweyî ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re sozên xwe pêk nanîn û wiha got: “Heta em rewşa Rêber Ocalan nizanibin em kêliyekê jî dev ji têkoşînê naqerin.”

Girkê Legê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundên girêdayî wê jî ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest bi meşê kirin û meş li navarasta navçeyê rawestiya.

Li wê derê, endama Meclisa PYD’ê li navçeya Girkê Legê Edile Misto komploya navneteweyî li dijî Rêber Ocalan û dewamkirina tecrîdê şermezar kir û wekî berdewamiya komployên li dijî gelên Rojhilata Navîn hesiband.

Edile teqezî li ser bilindkirina têkoşînê bi rêya xwebirêxistinkirina li ser fikr û felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Ocalan kir.

Kantona Hesekê daket qadan

Bi hezeran şêniyên kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol û Şedadê jî bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.

Di meşan de wêneyên Ocalan û pankartên ‘Erê ji azadiya Rêbertî re, na ji tecrîdê re’ hatin hildan û dirûşmên şermezakririna tecrîdê hatin berzkirin. Piştî meşan mîtîng hatin lidarxistin.

Li Hesekê mamoste Ferhan Etiye diyar kir ku ew îradeya xwe ji îradeya Ocalan digirin ji ber vê bi boneya Roja Azadiy Abdullah Ocalan daketine qadan.

Paşê bi navê Kongra Star mamoste Jînda Ehmê jî destnîşan kir ku ew xeta şoreşê ku ji fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtine, dişopînin û got ku têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dê xebata wan a sereke be.

Li Dirbêsiyê jî hevserokê Nivîsgeha PYD’ê ya navçeyê Mihemed Xelef diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya hemû gelên cîhanê ye û wiha got: “Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dê li qadan be heta ku Rêber Ocalan ji Îmraliyê azad bikin.”

Li navçeya Erîşe ya Hesekê, ji rêveberên Kongra Star Reca El-Salih destnîşan kir ku dê rêya xwe ya ku ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan girtine, bidomînin û destnîşan kir ku dê ji têkoşîna xwe venegerin.

Reca El-Salih bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta tirk a dagirker bikin da ku parêzer û malbata Rêber Ocalan bikaribin serdanê bikin û dawî li tecrîdê bînin.

Li Holê xwepêşandan

Li navçeya Holê ya li rojhilatê Hesekê jî, şêniyên navçeyê xwepêşandanek li dar xist.

Endama Meclisa Kongra Star a navçeya Holê Fatima Ebas di çalakiyê diyar kir ku dewleta tirk terora siyasî pêk tîne û bi rêya hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan, azadiya gelan dike hedef.

Piştre hevserokê Şaredariya Holê Emar El-Mûsa got ku komploya ku ji aliyê welatên kapîtalîst ve li dijî Rêbertî hatiye meşandin, ji bo hedefgirtina gelan bû û diyar kir ku lê îrade û baweriya Rêbertî komplo pûç kir.

Endamê Meclisa Til Temirê Ridwan Xelef û hevserokê Şaredariya Çiyayê Kezwanê Elî Îsa jî destnîşan kirin ku van çalakiyên bi boneya Roja Azadiya Abdullah Ocalan asta têkçûna dewleta tirk a dagirker û aliyên ku beşdarî komploya li dijî Rêber Ocalan bûne, aşkera dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar